Nivîsar

Bawerî nebê her tişt bi fen û fît e

parlementerên HDPê Leyla zana û Sirri sureya Onder  bi mebesta gihandina nameyek ya Ocalan serdana Kurdistanê kirin.

Li gel serok û serokwezîrê Kurdistanê civiyan. Herweha li gel partiyên siyasî yên Kurdistana başûr hevdîtin kirin.

Bê guman dema mirov dibîne ku PKK ber bi xeta netewî ve diçe cihê dilxweşîyêye.

Li baweriya di nava dezgeh û hêzên Kurdistanî de gelekî girîng e. Heta wek vê gavê PKK vê baweriyê nade hêzên din ji aliyê Kurdistanîbûnê ve.

Dema mirov ji aliyekî ve pêwendiyan bike û ji aliyek din ve taybetî di medyayê de bêbextiya û îthamên mezin li dijê hev bike, tiştek ji wan pêwendiyan dernakeve. Ji ber ku ne bi dilek pakij û hestek Kurdistanî pêwendî pêktên.

Niha tê zanin ku di serî de heta niha pêvajoya ku hukumeta Tirkî li gel Ocalan destpêkirî, gelek caran ji aliyê hinek dezgehên tarî û destê PKKê bi xwe hate provake kirin.

Tirk vekirî dêbêjin divê PKK ji dev çekan berde û tu hêzek xwe ya çekdar li Tirkiye û Kurdistana Bakur nehilê. ocalan vê yekê qebûl dike û dipejirîne.

Lê Qendîl û hinek di nava HDPê de li dijê Ocalan berxwe didin û naxwazin ji dev çekan berdin. Her carê hêcetên cur bi cur didin pêş.

Di rastiyê de li dijê Ocalan derdikevin. Leyla û Sirri di pêvajoyê de guh didin Ocalan û Ocalan jî baweriyê li wan tîne. Sedemê hatina wan ya Kurdistanê û gihandina nameya Ocalan jî ji bo vê yekê ye.

Gelo Leyla û Sirri heta çi radeyê dikarin erka xwe di praktîkê de pêk bînin? ev yek nayê zanîn.

Pêvajo li gora herdu aliyan berdewam e. Di vê pêvajoyê de heta hilbajirtina projeya AK-Partiyê û Erdogan zelal e.

Lê PKK û derdora xwe ne zelal e. Di vê pêvajoyê de ji bilî Qendîlê helwesta hevserokê HDPê Demirtaş gelekî balkêşe.

Ji aliyek din ji bo serkevtina pêvajoya heyî Kurdistana Başûr rolek berbiçav dileyze. Sedemê ku Ocalan hewara xwe gihandî Başûr jî ev e.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ev du mehên heta hilbijartina gelekî zîz e.

Her gav dikare her tiştek çêbibe. Hemû alî, dewlet, HDP, aliyên din yên siyasê û dewleta kûr û hemû dezgehên tarî, heta hêzên navnetewî li gora projeyên xwe her tişta ku bikin dê van herdu mehan de hewlbidin.

Eger Tirkiye bê ku bûyerên mezin çêbibe  bighe hilbijartinên 7ê Hezîranê , dê pêvajoyek nûjen piştî hilbijartina bikeve rojeva Tirkiye û Kurdistanê.

2.4.2015
Dara Bilek

Back to top button