Barzanî:Medya divê ji erkê xwe yê rastîn dûr nekeve
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta roja rojnamegeriya Kurdî û salvegera sed û şanzdeh saliya derketina yekem rojnameya Kurdî germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dikim û hêvîdarim li bi cîhkirina erk û karên xwe de serketî bin. Derxistina yekem rojnameya Kurdî li ser destê Mîqdad Midhet Bedirxan li sala 1898 û li bajarê Qahîre hengavekî pir girîng bû ji bo destpêka qonaxekî nû ya pêşxistin û geşbûna ziman û çanda Kurdistanê û her wiha bilindkirina asta hişyariya siyasî û civak û take kesê Kurd.
Hebûna medya û rojnamegeriya azad sedemeke serekiye ji bo bi lezkirina geşbûna siyasî, civakî, aborî û mirovî li nav civakê de û yarmetiya bi hêztirbûna bingehên demokrasî û civaka medenî dide. Cihê xweşhaliyê ye niha li Kurdistanê da hejmarekî zêdeyê dezgehên ragihandin û medyayî û çapemeniyê hene û rolekî bi bandor li parastina berjewendiyên bilind û bilindkirina asta hişyariya xelkê Kurdistanê da gelek ber bi çave û erkê ser şana me hemûyane wê diyardeyê zîndî û medeniya welatê xwe biparêzîn.
Xuşk û birayên rojnamevan û medyakar, erkê we erkekî hestiyar û pîroze ji ber ku hun dikarin rola xwe li bilindkirina hişyariya neteweyî û pêkvejiyan û hezkirina nîştîmanî de bibînin. Ji bo wê yekê ku rojnamegerî bikarê erkên xwe bi baştirîn awayî bi cîh bike pêwîste aliyên siyasî rê ji bo serbixweyî ya medya xweş bikin û bo ku medya li erkê xwe yê rastîn dûr nekevê nabê bibê amraza gengeşeya di navbera aliyên siyasî.
Daxwaz jî li hikûmet û aliyê peywendîdarên Sendîkaya Rojnamevanan dikim ku bi baştirîn awayî hewla ewe bidin ku azadî û jiyan û asayîşa rojnamevanên ezîz biparêzin û medyakar jî pabendî etîk û bihaya rojnamegeriyê bin bo ku rojnamegeriya Kurdî li ser asta navçeyî û cîhanê da bibê nimûneyekî serkeftî.
Pîrozbahiyê li we dikim û hêvîdarim li bexteweriyê da bijîn
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê