Barzanî:Leyla hêmaya bilinda gelê xwe ye
Li salvegera çil saliya şehîdbûna Leyla Qasim da, silav li ruhê paqija wê jina qehreman û hemû şehîdên rêya azadiyê be. Şehîd Leyla Qasim sembola canfedayî û bawerî bi xwe bûn û nîştîmanperweriya jina Kurde û cihê şanaziya hemû takekesê gelê Kurde û pêwîste heta hetayê bê bi bîranîn û bi zîndî bimîne.
Leyla hêmaya bilinda gelê xwe ye, ew hewqas bilinde ku li dema mirinê jî serê celladên xwe, li bin pêlavên xwe de dît. Wê lêborîn û bexşîna dijminan nexwest û li bersîva bikujên xwe da got ku ez beşekim ji şoreşa gelê xwe û bi şeref ve berev petê sêdarê ve diçim û divê gelê min li min biborê neku neyarên gelê min.
Jiyan û mirina Leyla waneye ji bo hemû takekeseke Kurd. Piştî şehîdbûna wê dehan hezar dayikên Kurd navê wê bi zarokên xwe kirin. Bîranîn û salvegera wê şehîda qehreman bilind û pîroz bê.