Barzanî: Yekperçeyiya Herêma Kurdistanê hêla sor e
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ev demeke li medyayên Kurdistanê de çend axaftin û babetek têne belav kirin ku yekperçeyî ya Herêma Kurdistanê dikin armanc û destkeftên gelê Kurdistanê rû bi rûyê metirsî û tehdîdan dike û li gel neteweyî û berjewendiyên bilindên neteweya me naguncê.
Ev cûre axaftin li çarçêweya hewlekî têkderaneye ji bo cûdakirina Silêmanî ji Herêma Kurdistanê. Eve li demek deye serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê hewlên berdewamdaye ji bo bi cîhkirina maddeya 140 û vegerandina Kerkûk û navçeyên Kurdistaniyên dinê derveyê îdareya Herêmê bo helkefta xwe ya sirûştî wekî beşekî resenê Herêma Kurdistanê.
Em van cûre axaftinan tenê wekî wehm yan xewnekî ehrîmenî dibînîn ku li xeyala hinek kesane û berevajiya îradeya gelê Kurdistane. Gelek bi zelalî û tundî tekez dikîn ku yek perçeyî ya Herêmê hêla sore û nabê li bin tu pêvajoyek û bi tu amûrek de destê xwe bavêjinê.
Li heman demî de radigihînîn ku ji bo bi hêzkirina demokrasî û bilindkirina pêgeha Herêmê li qada siyasî û aborî û civakî û çandî de li gel hemû cûre çaksaziyê dayîn. Her wiha daxwaz ji Hikûmeta Herêmê dikîn ku ewê pêwîste bê kirin bo ku bêyî paşketina hilbijartina Encûmena Parêzgehan bê encamdan ku bi xala yekalîker ve û biryarder tê zanîn ji bo encamdana van cûre çaksaziyên li Silêmanî û cîhên din û her wiha li hemû waran da bi hêzkirina dam û dezgehên yasayiyên Herêmê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11.11.2013