Civak
Barzanî: Xwîna Nesredîn Berhik belaş naçe
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê peyameke sersaxiyê pêşkeşî sekreter û endamên polîtbûroya Partiya Demikrata Kurd li Sûriyey û malbata Nesredîn Berhik kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje:
– Me bi dilekê pir xem û kovan nûçeya şehîdbûna endamê polîtbûroya Partiya Demokrata Kurd li Sûryeyê (Partî) têkoşerî xwdêjêrazî Nesredîn Mihemed Berhek bihîst. Tevî şermezarkirina vê kiryara nemirovane, herwesa em radigehînin ku her kes û aliyê li pivşt vî karê kirêt be, divê bigihîje cezayê xwe yê adil. Em careke din dibêjin ku xwîna şehîdî belaş naçe.
Serok Brzanî bi minasebeta vê bûyera diltezîn sersaxiyên xwe pêşkeşî tevaya hevalên şehîdî dike û ji Xwedayê mezin dixwaze ku giyanê pakijê xwedêjêrazî bi buheştê şad bike.
https://rojevakurd.com/civak/9622-PDK-Suri-ehdek.html