Polîtîk
Barzanî û Talabanî civiyan
Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî li bajarê Silêmaniyê pêşwaziya serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Hevdîtinek germ û dostana di navbera herduyan de derbas bû.
Taybetî li ser rewşa siyasî ya Kurdistan û Iraqê û herweha li ser rewşa herêmê hate gotubêj kirin. Li ser hevkariya di navbera hêzên siyasî yên Kurdistanî hate sekinandin û biryara bi hêztir kirina pêwendiyan hêzên siyasî hate kirin.
Herweha li ser peymana stratejîk di navbera PDK û YNK de jî hate sekinandin.