Polîtîk
Barzanî û Samerayî rewşa Musilê nirxandin
Roja dûşem 08.02.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Eyad El Samerayî Sekreterê Giştî yê Partiya Îslamiya Iraqê û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê û guhertinên dawî û her wiha ew tehdîdên li ber pêkhatên Iraqê da heye xistin ber behs û guftûgoyan.Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê paşaroja Iraqê û çareserkirina kêşeyan û hereşeya terorîstan û destêwerdana derekiyan de danustandina bîr û ramanan kir.Azadkirina Musil û qonaxa piştî ji navçûna Da’îş û karkirina hevdû nêzîkkirina pêkhatên neteweyî û olî bi taybetî li her dû parêzgeha Nînowa û Kerkûkê mijareke dinê civîna di navbera Serok Barzanî û Sekreterê Giştî yê Partiya Îslamiya Iraqê û şande li gel bû.