Barzanî û Jeanine Plasschaert rola N.Y. li Iraqê guftûgo kirin

Her li çarçêweya serdana xwe ya li Bexdayê, piştî nîvroya îro çarşem 02/09/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştiyê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê civiya.

Li civînê de, her du alî prose û rewşa siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê guftûgo kirin û tîşk xistin li ser peywendiyan û guftûgoya Hewlêr – Bexda û hevdû têgihiştina vê dawiyê ya her du aliyan li ser babeta budçe û mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser rola tîma Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir ku dikarê yarmetîderê Hewlêr û Bexdayê bê ji bo handana guftûgoyeke ciddî ya di navbera wan ya bi navê çareserkirina bingehîn û yekcariya kêşeyan li ser bingeha destûr, her wiha tîşk xiste li ser rapora Nûnera Sekreterê Giştiya NY li Iraqê ku di derbarê girîngiya bi cîhkirina destûrê û sîstema federalî, pêşkêşî bi Encumena Asayîşa Navdewletî kir.

Pêşhatên dawî yên belavbûna pejika virusa Korona û çawayiya rûbirûbûna wê, hilbijartina paşerojê ya Iraqê û yasaya hilbijartin û rewşa koçber û penaberan li wargehên Herêma Kurdistanê, mijareke dinê civînê bûn.

Nerîna min :