Polîtîk

Serokwezîrê Kurdistanê û serokê Parlementoya Iraqê civiyan

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 22.09.2018ê li bajarê Bexdayê, digel Mihemed Helbûsî serokê parlamentoya Îraqê civiya û pirosesa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê gotûbêj kir.Serokê parlamentoya Îraqê li hemeber serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê û civîna pê re kêfxweşiya xwe nîşan da û her du aliyan hêvî xwest ku têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên navbera wan de hene li gor destûrê û bi rêya parlamento û hikûmeta nû ya Îraqê de bên çareser kirin.Nêçîrvan Barzanî, bi minasibeta hilbijartina wî weke serokê parlamentoya Îraqê, pîrozbahî li Mihemed Helbûsî kir û hêvî xwest ku di karê xwe yê nû de serkeftî be.Serokwezîrê Kurdistanê û serokê parlamnetoya Îraqê tekîd li ser serkeftina pirosesa siyasî li Îraqê di çarçoveya pirensîpên hevsengî, kompramîs û hevbeşiya rasteqîne  di navbera hemû alî û pêkhateyên Îraqê de kir û hêvî xwestin ku qonxa bê ya Îraqê qonaxa aramî, asayîş û pêşkeftina welat be di hemû waran de, qonaxa  pêşkeşkirina xizmetgozariyan û dirustkirina têkeliyên Îraqê digel hemû dewletên cîran, herêmî û cîhanê be.Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku parlamentoya Îraqê bikaribe timama wan yasayan derbixe ku xizmetê bi Îraq û gişt pêkhateyên Îraqê bike û di çareserkirina pirsgirêkan û pêşdebirina welat de rol hebe.

Back to top button