Barzanî û De Mistura rewşa Efrînê nirxandin
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya çalakiyên konferensa Asayîşê li Munchen, roja 18.02.2018ê, digel Steffan de Mistura şandiyê taybetiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo Suriyê, civiyan û rewşa Suriyê û rewşa herêmî bi giştî gotûbêj kirin.Di civînê de, rewşa aloza Suriyê, pêşhatên dawiyê yên herêmî û rêya çareserkirina pirsa Suriyê bi aşitî, qonaxa nuha rewşa Suriyê tê de derbas dibe, encamên civînên navdewletiyên li ser pirsa Suriyê û vegerandina aramî û îstîqrarê ji bo gelên Suriyê, bi hemû pêkhateyan ve, hatin behis kirin.Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku divê hemû pirsên herêmî bi giştî û pirsa Suriyê bi taybetî, bi aşitî bên çareser kirin û mafê hemû gelên Suriyê û gelê kurd jî, weke pêkhateyeke serekî ya wî welatî, bên dabîn kirin.Operasyona Efrînê û parastina hevwelatiyên sivî û xwedûrxistin ji tundûtûjiyê mijarên din yên civînê bûn.Di civînê de, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdisanê û Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve amade bûn.