Cîhan

Barzanî û Dawudoglu têkeliyên Hewlêr û Enqereyê nirxandin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kutrdistanê û şandeya pê re, piştî nivroya roja pêncşemiyê 19.02.0215ê li Enqereyê, ji aliyê Ehmed Dawudoglu serokwezîrê Tirkiyeyê ve hatin pêşwazî kirin.

Di dîdarekê de têkeliyên herêma Kurdistan û Tirkiyeyê, rewşa niha herêma Kurdistan û Îraq tê dederbas dibin, şerê dijî terorîstên DAÎŞê, serkeftin û pêşdeçûna pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên şer û şikestina terorîstan, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û lihevhatina vê dawiyê ya navbera hikûmeta federala Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê û kar û çalakiyên berhemhînerên Tirkiyeyê li herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û her du aliyan tekîd li ser zêdetir pêşxistin û berfirehkirina têkeliyên Hewlêr û Enqereyê, bi taybetî têkeliyên di warê enerjî, aborî û bazirganiyê de kir.

Di civînêde ji aliyê herêma Kurdistanê ve, cîgirê serokwezîr, wezîrê êkonomî, wezîrê pilandanan ê û wezîrê samanên xwezayî amade bûn.

106

Back to top button