Cîhan

Barzani û Davutoglu rewşa Kurdistanê nirxandin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya bo Tirkiyeyê de, îro roja îniyê 19.12.2014ê li Stebolê ji aliyê Ehmed Dawudoglu serokwezîrê Tirkiyeyê ve hat pêşwazî kirin.

Di civînekê de, her du serokwezîran, rewşa nuha Îraq û herêm tê de derbas dibe, pêşhatên leşkerî û şerê dijî terorê, ew serketin û pêşveçûnên di nava van rojan de pêşmergeyê Kurdistanê li devera Zumar û derdûra Şingalê bi dest xistine û pêşveçûna pêşmerge bi berdewamî li eniyên şer û kontirolkirin û azadkirina gelek deveran ji bin destê terorîstên DASÎŞê gotûbêj kirin.

Lihevhatina vê dawiyê ya Hewlêr û Bexdayê hat behis kirin û serokwezîrê Tirkiyeyê kêfxweşiya xwe li hember wê lihevhatinê diyar kir û hêvî xwest ku, ew rêketin ku beşek ji pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser kirine, bibe hokarek ku hemû pirsên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta Îraqê de bên çareser kirin.

Her du serokwezîran tekîd li ser zêdetir pêşxistin û berfirehkirina têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê di hermû waran de kir û li ser wê yekê hevfikir bûn ku berdewamiya serdanan û dîdarên navebra her du aliyan tesîreke erênî li ser pirsan û xurtkirina têkeliyan hebe.

Back to top button