Polîtîk

Barzanî û Carter plana girtina Musilê axivîn

Roja înê 24.07.2015 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Ashton Carter Wezîrê Bergiriyê Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek berpirs û Şêwirmendên Artêşê û Wezareta Bergiriya Amerîka pêkhatibûn.  Li hevdîtinê de Wezîrê Bergiriyê Amerîka xweşhaliya xwe ji bo serdana Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî nîşanda û spasî wê hemahengî û karê hevbeş kir ku li navbera Artêşa Amerîka û Hêzên Pêşmerge da heye û bi karekî mînakî û serketî wesif kir û her wiha sersamiya xwe jî bi azayetî û jêhatiya Pêşmerge li şerê dijî terorîstan û serkirdayetîkirin û birêvebirina vê şerê de nîşanda. Wezîrê Bergiriyê Amerîka pabendbûna welatê xwe ya ji bo hevkarîkirina Kurdistanê û yarmetîdana Pêşmerge û dabînkirina çek û pêdiviyên serbaziyan de dûpatkir û hevpeymaniya di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka bi hevbeşiyekî mezin ya berqerarkirina aştiya li navçeyê de da zanîn.  Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya gel û Serok û Hikûmet û Artêşa Amerîkayê kir ku palpiştê Herêma Kurdistanê bûne û wê yekê xisterû ku bi karên hevbeş me karî serkeftinên mezin bi dest bînîn. Her wiha rizamendiya xwe jî li asta hemahengiya di navbera Artêşa Amerîka û Hêzên Pêşmerge de nîşan da ku gelek deqîq û hur bûye bi cûreyek ku heta niha tu ziyanek bi xelkê sîvîl negihîştiye. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ronahî xiste li ser şerê terorîstan û tekez li wê yekê kir ku ji bo me cihê şanaziye Pêşmerge bi nûnerayetiya cîhanê şerê terorê dike û li gel eve jî ev şer ne tenê şerê aliyeke li gel terorê, belku şerê hemû aliyane. Ji bo wê yekê bi karê hevbeş û pêkveyî dikare bê encamdan û serketinên gelek baş bi dest bînin.  Her li vê kombûnê da behsa çawayiya bilindkirina hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Amerîka û pêdiviyên Hêzên Pêşmerge kirin û plana azadkirina bajarê Musilê û têkşikandina terorîstên Da’îş li Sûriye xistin ber behs û guftûgoyan. Di derbarê proseya azadkirina Musilê de Serok Barzanî balkişand li ser qonaxa piştî azadkirina Musilê û wê yekê dûpatkir ku li ber çav girtina rewşa demografiya Musilê pêwîste dilniyayiyekî tevahî bi pêkhatên neteweyî û olî yên Musêlê bidin ku êdî tûşî karesat û nehametiyan nebin û maf û daxwaziyên wan bêne mîsoger kirin. Di derbarê rûbirûbûna terorîstan li Sûriye Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku li dijayetîkirina terorê da rewşa Iraq û Sûriye bi pêkve hatiye girêdan û pêwîste li her dû cihan terorîstan têkbişkînin û ji nav bibin. Li asta navçeyê jî da Serok Barzanî wê yekê ji bo şanda mîhvan behs kir ku nabê hîç aliyek terorê wekî karta siyasî li dijî aliyên din bi kar bîne ji ber ku cara dawî agir û ziyanên terorê li ber wan bi xwe jî dikeve.  Li vê hevdîtinê de Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Ce’fer Şêx Mistefa û Ferîq Şêrwan Abdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.  Hêjayî balkişandinê ye ku berî destpêka civînê Wezîrê Bergiriyê Amerîka li deftera protokolî ya Serokayetiya Herêma Kurdistanê bîranînek nivîsî ku evê li xwarê naveroka wê ye:  Ji bo Serok Barzanî û hevkarên wî  Li gel şanaziyekî mezin ya jêhatîbûn û azayetiya Pêşmerge û hîkmeta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dostayetiya li gel Amerîka.  Em bi hêvî dikin ku li paşarojê de jî ev hevbeşiya me berdewam bibe.  Ashton CarterWezîrê Bergiriya Amerîka24.07.2015

Back to top button