Barzanî: Siudiye piştevaniya terorê li Îraqê nake
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, Erebistana Siûdî piştgiriyê nade karên terorîstî li Iraqê û divê Iraq têkiliyên xwe digel cîranên xwe bi hêz bike.
Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de ji rojnameya el-Şerq el-Ewset ya erebî re got:
– Me berî niha nizaniye ku Siûdiyê piştgiriya karên terorîstî li Iraqê dike û haya me ji ti dosyeyekê tine ye ku Siûdiyê bi piştgirîkirina rêxistin û grûpên terorîstî li Iraqê tometbar dike
Berî niha serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî di hevpeyvînekê de digel televizyona France24 her yek ji Erebistana Siûdî û Qeter bi piştgirîkirina karên terorîstî li Iraqê tometbar kiribû.
Derbarê vê yekê de, Nêçîrvan Barzanî got:
– Ez matmayî dimînin bê çawa Malikî piştî rojekê ji derxistina wan yasa û biryarên li dijî teror û terorîstan, Siûdiyê bi piştevanîkirina terorîstan tometbar dike.
– Pêwîstiya Iraqê îro bi wê yekê heye ku têkiliyên xwe digel welatên erebî bi hêz bike, bi taybet ku niha Iraq di krîzên ewlekarî û siyasî yên ku gefê li demokrastiyeta wê dike, de derbas dibe
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew tometên Malikî dibe ku ji bo mebestên hilbijartinê bin û hêvî xwest ku di warê têkiliyên bi welatên cîhanê re Iraq sûd ji ezmûna Herêma Kurdistanê bigire. (Rûdaw)