CîhanPolîtîk

Barzani: Serxwebûna Kurdistanê nakokiyên Rojhilata Navin kêm dike

Li Selahedîn  Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Senator Korî Bûker Endamê Encûmena Pîrên Amerîka li Partiya Demokrat û Endamê Lîjneya Asayîş û Karubarê Hikûmet li Encûmena Pîrên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek ji şêwirmendên siyasî û serbazî pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Senator Korî Bûker pesnê xweragirî û xebata gelê Kurdistanê kir û wê yekê xisterû ku gelê Kurdistanê bi sedema azayetiya Pêşmerge û pêkvejiyan û lêborînê û muameleyeke baş li gel qeyranên aloz de nav û dengeke baş li cîhanê da heye û vê yekê bi sedemek zanî ku Amerîka dostayetiya gelê Kurdistanê bike. Pêzanînên xwe jî ji bo rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina şerê terorê hebû û spasî gelê Kurdistanê kir ku ji bijî hebûna şer û gefa aborî mîhvandariya sedan hezar koçberan kiriye. Her wiha eve jî ragihand ku gelê Kurdistanê ji bo parastina xwe û Iraq û cîhanê şerê terorê kiriye û eve karekî mezine û cihê şanaziya hemû aliyeke. Sozê jî bi Serok Barzanî da ku girift û hêviyên gelê Kurdistanê bigihîne xelkê Amerîka û palpiştiya welatê xwe jî ji bo Hêzên Pêşmerge û xelkê Kurdistan dûpatkir.Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Amerîkayê kir ku piştevanê gelê Kurdistanê ne û wê yekê dûpat kir ku hevkariya serbazî ya artêşa Amerîka ji bo Pêşmerge bandoreke zêde li mîsogerkirina serkeftinan de hebûye û ragihand hemahengiya hur a di navbera artêşa Amerîka û Pêşmerge karekî mînakî ya hevbeş û serkeftî bûye û li encamê da efsaneya Da’îş têkşika bi bêyê wê yekê tenê yek cihên medenî jî bibe armanc. Ji bilî balkişandina li ser dîroka gelê Kurdistanê li Iraq û ew karesat û êşên li ser xelkê Kurdistanê da hatiye, ragihand ku gelê me baweriyeke tevahî bi pêkvejiyanê heye û kêşeya tayîfegerî li çanda gelê me de hebûna xwe tûne û nabê jî aliyek ji gengeşeyên tayîfî ya navçeyê. Her wiha ronahî xiste li ser kêşeya koçber û penaberan û wê yekê xisterû ku gelê Kurdistanê wekî erkekî mirovî û niştîmanî dergeha xwe li rûyê koçberan de vekiriye û yarmetiya wan dane û gileyî ya wê yekê jî kir ku Hikûmeta Iraqê li asta kêşeya koçberan berpirsiyarane tevnegeriyaye û civaka navdewletî jî li yarmetîdana koçberan de kêmterxem bûye.Serok Barzanî behsa kêşeya Kurd li Rojhilata Navîn kir û tekez li wê yekê kir ku piyadekirina mafê diyarkirina çarenûsa gelê Kurdistanê aştiyane û bi diyalog û bi navê rêgirtina kûrtirbûna giriftan dibe û her wiha ji bo pêkanîna aştî û geşbûn û birayetiyê dibê.Her li vê civînê de Serok Barzanî spasiya Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraqê kir ku li paşarojeke nêzîk da dawî bi erkên wî tê û pêzanînên xwe ji bo rol û keda wî hebû û bi dostekî nêzîkê gelê Kurdistanê wesif kir û hêviya serkeftinê jî ji bo wî xwest.

Back to top button