Polîtîk

Barzanî: Raya gel rêya rast ya demokrasiyê ye

Îro şemî 05.09.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û şandekî li gel kir.Li vê hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ji bo rexsandina derfeta hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û bi kurtî di derbarê kar û çalakiyên xwe yên li dema derbasbûyî de pêşkêşî Serok Barzanî kir û ragihand ku gelek spasî wê hemahengî û hevkariyane ku li gel Herêma Kurdistanê re hene û her demek li gel berpirsên Herêma Kurdistanê komdibin hest bi wê hevbeşiya cîddî dikin ku li ser pirsên li navbera rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Herêma Kurdistanê da li holê daye û wekî Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê gelek bi wê peywendî û hevbeşiyê xweşhale.Li hevdîtinê de di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û proseya siyasî û rewşa serbazî ya Iraq û navçeyê hate guftûgo kirin û Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî daxwaz kir Serok Barzanî rênuwênî û berçavrûniyê di derbarê wan babetan de bidiyê.Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan, tekez kir ku ewê li proseya siyasiya Herêma Kurdistanê li ser awayê hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê rû dide beşeke ji proseya demokrasiyê û pêwîste hemû aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê ji bo yek alîkirina vê babetê rola xwe hebê û eger negihîştin çareseriyeke guncaw wê demê vedigerin ser raya gel wekî rêkarekî dirustê demokrasiyê baştirîn bijardeye. Serok Barzanî tekez jî kir ku ev kêşe bandoreke neyînî nekiriye ser sengerên rûbirûbûna terorîstan û hemû hêzên Pêşmerge û hêzên emniyên Kurdistanê gelek bi dilsozî mijulî raperandina erkên xwe ne.Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî hêvî xwest ku ew kêşe bi zûtirîn dem bê çareser kirin, ji ber ku li berçavgirtina rewşa Iraq û navçeyê, dirêjekêşana vê rewşê dibê sedema dirustbûna tengasiyan û bandoreke xwe yê xerap dibe.Li mijareke dinê vê hevdîtinê de proseya siyasiya Iraqê û hengavên Serok Wezîrê Iraqê yên ji bo çaksaziyê xistin berbehs û Serok Barzanî ragihand ku eger ew prose bi navê çespandina destûr û hevbeşiya rastîn û binbirkirina gendeliyê bê wê demê Herêma Kurdistanê bi tevahî piştevaniyê lê dike, lê belê eger ji bo piştguh xistina destûr û îhmalkirina aliyan bi taybetî gelê Kurdistanê bê û armanca wan piyadekirina hukmekî takrewane bê, wê demê red dikin. Serok Barzanî tekez kir ku baştirîn çareserî ji bo kêşeyên Iraqê hevbeşiya rasteqîne û beşdarîkirina hemû pêkhatan û bi cîhkirina destûre.Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî gelek spasiya Serok Barzanî kir û ragihand ku gotarên rêzdar dîmenên baştir li ber çavê wan rûn kir û di derbarê vê proseya niha ya Serok Wezîrê Iraqê kar ji bo wê dike, birêz Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî piştgîriya xwe ji bo helwesta Serok Barzanî ragihand û tekez kir ku divê hemû aliyên Iraqî ber çavên wan rûn bê û armanca wê proseyê bi tevahî ji bo hemû aliyan rûn bibê bo ku li serxistina proseyê de piştgîriya Serok Wezîrê Iraqê bikin.Behskirina rewşa siyasiya navçeyê bi giştî, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Back to top button