Barzanî: Piştî Daîş divê penaber vegerin warên xwe
Roja çarşem 09.09.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanim Nansî Lîndiburg Seroka Peymangeha Amerîkî ya Aştiyê û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de Seroka Peymangeha Amerîkî ya Aştiyê ji bo rexsandina hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û her wiha balkêşiya xwe ya bi aştîxwaziya gelê Kurdistanê û pêşketina Herêma Kurdistanê re nîşan da û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hejmarekî yekcar zêdeyê penaberan hewandiye û karekî mezin û mirovdostane encam daye ku li cîhanê da wêneya wê kême û pêzanînên xwe jî ji bo hêsankarî û hemahengiya dam û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li raperandina karên peymangehê de ragihand. Her wiha li gotarek da behsa erk û kar û armancên Peymangeha Aştiyê kir û bi kurtî jî di derbarê çalakiyên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê de ji bo Serok Barzanî xisterû. Li beşekî dinê civînê de Serok û Endamên şandê di derbarê teror û pirsa koçberan û paşaroja navçeyê de komek pirsiyar pêşkêşî Serok Barzanî kirin.Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û li gotarek da behsa derketina terora li Iraq û êrîşa wan ya Kurdistanê û berxwedan û azayetiya hêzên Pêşmerge û her wiha parastina pêkhatên neteweyî û oliyên parêzgeha Nînowa kir û tekez li wê yekê kir ku Da’îş rêxistineke ku îmkaniyata dewletan li ber deste û awayeke nû yê terorî bikaraniye û rûbirûbûna vê cûre terorê jî tenê bi rêkarên serbazî nabê û pêwîste li warên fikrî û aborî û civakî jî şerê teror û tundrewiyê bê kirin û eve jî ragihand ku li navçeyê da herdem bingehek ji bo derketina tundrewiyê li holê de heye. Di derbarê koçber û pêkhatên Iraqê jî Serok Barzanî eve jî xisterû ku mayina pêkhatan li cihên xwe babetekî giranbihaye û pêwîste piştî Da’îş hemû rêyek bê girtin ku koçber û pêkhat vegerin warên xwe û rêwşuwênên wiha li ber bê girtin ku dilniyayiyeke tevahî di derbarê paşaroja wan de bê dayîn û bîr li koçkirinê nekin. Di derbarê qeyrana koçber û penaberan jî Serok Barzanî wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku qeyranekî mirovî ya mezin navçeyê girtiye ku li encama qeyrana emnî û siyasî û tehdîda terorê pêkhatiye û pêwîste kar ji bo nehiştina sedemên qeyranê bê kirin.Her li vê civînê de behsa gengeşeyên tayîfî yên li navçeyê û paşaroja Iraqê û girjî û aloziyên li Tirkiyê kirin.