Barzanî piştgiriya şoreşa gelê Sûriyê dike

Serokê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê (ENS) Ebdilbasit Seyda, ragihand ku helwesta serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Enqere ji şoreşa gelê Sûriyê erênî ye, lê rexne li helwesta serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî kir.
Di hevpeyvînekê de li gel kovara (Sewt Akher) ku li Herêma Kurdistanê tê weşandin, serokê ENSê Ebdilbasit Seyda, ku kurd e, ragihand: “Helwesta Herêma Kurdistanê û ya hikûmeta Iraqê ji şoreşa Sûriyê cuda ye. Derbarê Herêma Kurdistanê, di civînên me de li gel berpirsên herêmê, nemaze li gel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, em hest bi piştgirî û alîgiriyekê dikin ji aliyê wan ji bo şoreşa gelê Sûriyê. Lê helwesta hikûmeta Iraqê ne zelal û cuda ye. Wezîrê derve piştgiriya me dike, lê hinek daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî me dilgiran dikin.”
Derbarê helwesta Tirkiyê jî ji şoreşa gelê Sûriyê li dijî rêjîma Beşar Esed, Seyda wiha axivî: “Dora 800 km sînorê me li gel Tirkiyê heye. Bêguman hinek hesabên Tirkiyê yên taybet hene. Tirkiyê dewleteke herêmî ya mezin e û çavdêriya rewşa Sûriyê dike. Heta niha me tenê alîkarî û piştgirî ji Tirkiyê dîtine. Tirkiyê pişta gelê me girt û penaberên me hewandin. Herwiha rê da dijberiya Sûriyê ku civîn û konferansên xwe li Tirkiyê saz bike.”
Li ser helwesta Tirkiyê ji kurdên rojavayê Kurdistanê jî, Seyda got: “Me ev babet gotûbêj kiriye, peymaneke me ya niştimanî heye derbarê doza kurd li Sûriyê. Di piraniya diyalogên xwe de, em dibêjin ku ev pirs pirseke navxwe ya Sûriyê ye. Ti hêzeke kurdên Sûriyê daxwaza cudabûnê nake. Em gumanên Tirkiyê fêm dikin, lê pirsa kurd pirseke navxweyî û taybet a gelê Sûriyê ye.”
Hewlêr/Rudaw