Barzanî peyameke sersaxiyê ji gelê Birîtaniyayê re dişîne
Serokwezîrê di peyama xwe de dibêje ku, dema xwebexşeke karê xwe, malbata xwe û xweştiviyên xwe bi cî dihêle û ber bi weletekî dûr koç dike heta ku, hevkariya xelkê koçber û birîndara bike, hemû kes destxweşiyê lê dikin, her ev kar bû yê hevwelatiyê birîtaniyayî Alan Hînîng dikir:
– Wî, pîşeya xwe weke şofêrê taksiyê, hevjîna xwe Barbara, du zarokên xwe, malbat, heval û jiyana xwe ya refahî li bajarê Salford bi cî hiştin daku, hevkariya xelkê koçber û penaberên surî bike. Di dawiya sala 2013ê de w ehat revandin û niha ji aliyê bdewleta Îslamî ve hat serjê kirin. Ew kiryara dilreq û hovane careke din siruşta rasteqîneya wan terorîstan nîşan dide, dierdixe holê ku ew xwediyê tu hestên mirovî nîn in.
Nêçîrvan Barzanî dibêje herêma Kurdistanê, careke din xemgîn bû, her weke di dema kuştina yekem hevwelatiyê birîtaniyayî David Hayniz ji aliyê hêzên qirêjên terorîst ve, Kurdistan xemgîn bibûn:
– Em di nav van awayên xem û êşan de derbas bûn û em dizanin çend dijware ku, kiryarên nemirovane li hember xelkê bêguneh bên kirin, bi tenê jiber ew kîn e, ne ji ber hindê ka wan çi kiriye? Em sersaxyê li malbatên qurbaniyan û gelê Birîtaniyayê dikin.
Serokwezîr di peyma xwe ya sersaxiyê de dibêje ew tu carî; Alan Hêniîng, David Hayniz, Stefan Sutlov û Cems Fuly û hemû qurbaniyên bêgunehên destê dewleta binavê Dewleta Îslamî û grûpên terorîstiyên zalim ji bîra nakin û digel hevpeymanên xwe ya ku ji destê wan bê dê bikin heta wan mirovkujan dibin ber dadgehê.