Li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Patrîk Gorgîsê Sêyemê Silêwe Patrîkê Dêra Rojhilatî ya Aşûrî li Cîhanê û Iraq û şandekî li gel kir ku ji Endamên Encûmena Sênhadosa pîroza Dêra Rojhilata Aşûrî pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Patrîkê Dêra Rojhilata Aşûrî li axaftina xwe de spasî hewlên Serok Barzanî yên ji bo parastina pêkhatan û azadkirina navçeyên mesîhî nişînên deşta Nînowa kir û her wiha pêzanînên xwe ji bo peyam û siyaseta Serok Barzanî hebû ku ji bo mesîhiyên Kurdistan û Iraqê peyama dilniyayîker û hêvî bexşin.Her wiha spas û pêzanînên Dêra Rojhilata Aşûrî ragihand li beranber hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê yê penadan û hewandina koçberan û dabînkirina pêdivî û parastina jiyana wan û eve jî xisterû ku ew hemû handerekî bi hêzin ku mesîhî bi hêviyeke mezin ve vegerin navçeyên xwe.Li beşekî dinê civînê de şanda mîhvan pîrozbahiya serkeftinên hêzên Pêşmerge kir û pêzanînên xwe ji bo qurbanîdana Pêşmerge yê li şerê dijî terorîstên Da’îş hebû. Endamên Encûmena Sênhadosê pîroza Dêra Rojhilata Aşûrî hêviya pêşketin û xweşguzeranî û aştiyê ji bo gelê Kurdistanê û pêkhatên olî û neteweyiyan xwest.Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û ji bilî balkişandina rewşa meydanî ya bereyên şer li deşta Nînowa behsa rêkkeftin û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê kir û ragihand ku serkeftineke gelek mezin li ser destê Pêşmerge pêkhatiye. Her wiha eve jî xisterû ku terorîstan kavilkariyekî zêde li pişt xwe bi cîh hiştine û pêwîste navçeyên azadkirî bêne avadan kirin û xelk vegerin warên xwe û ji bo vê mebestê jî hewlekî ciddî ya civaka navdewletî pêwîste.
Pêş
02/07/2025
“Erdogan ne serokkomare ew serokê cuntayê ye“..!
02/07/2025
Îdia: PKK îro çekên xwe radest dikin..!
Balkêş e ?
Close