Polîtîk

Barzanî: Paşaroja Kurdistanê dê geştir bibe

Roja çarşem 30.09.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cung Won Ço Balyozê Koriya Başûr li Iraqa Federal û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de Balyozê Koriya Başûr ji bilî balkişandina pêgeha Herêma Kurdistanê rola Serok Barzanî li serkirdayetîkirina qonaxên dijwar de bilind nirxand û her wiha rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstan bi pehlewanane wesif kir û pêzanînên xwe ji bo qurbanîdan û azayetiya Pêşmerge hebû. Balyozê Koriya Başûr behsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bilî hebûna kêşeyên kûrê aborî dergeh ji bo sedanhezar koçber û penaberan vekiriye û her wiha hêviya pêşketin û geşbûnên zêdetir ji bo Herêma Kurdistanê xwest û amadehiya welatê xwe jî ragihand ku peywendiyên li warên cûr bi cûr de li gel Herêma Kurdistanê pêşbixe. Di derbarê hereşeyên ser gelê Kurdistanê jî Balyozê Koriya Başûr wê yekê bi Serok Barzanî ragihand ku pêwîste gelê Kurdistanê li navxweda yekgir bê ji ber ku neyarên wî gelekin.Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta Balyozê Koriya Başûr kir û her wiha ji bilî balkişandina bi maweya mayina wan û rola erênî ya hêzên artêşa Koriya li Kurdistanê de tekez li wê yekê kir ku kar û çalakiyên artêşa Koriya Başûr li Kurdistanê bûye destpêkek ji bo pêşxistina peywendiyan û pêşwaziyê jî li pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Koriya Başûr kir û ragihand Kurdistan paşarojeke xwe ya geş heye û Koriya Başûr jî pêgeheke xwe ya taybetî ji bo Kurdistanê dibe.Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa hereşeya terorîstan ya li ser asayîşa navçeyê û cîhanê kir û her wiha behsa li wan êşan kir ku li serdema rejîma berê li ser gelên Iraqê girtibû. Serok Barzanî behsa rola Pêşmerge û dezgehên emniyên Herêma Kurdistanê kir ku gelek bi başî karîne Kurdistanê ji hereşeyan biparêzin û ew mîsogerî jî heye ku terorîst tu demekî nikarin Kurdistanê wekî binkeyek ji bo geşbûna teror û tundrewiyê bikarbînin.Di derbarê koçber û penaberan jî Serok Barzanî wê yekê xisterû ku hebûna hejmara zêdeya koçber û penaberan barekî girane li ser milên Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî û rêxistinên mirovî jî wekî pêwîst hevkariya Herêma Kurdistanê nekirine.Li ser rewşa navxweya Herêma Kurdistanê de Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku ewê li Herêma Kurdistanê da tê dîtin babetekî sirûştiye û beşeke ji mumarese û geşbûna demokrasiyê li Kurdistanê û qeyrana siyasî ya Herêmê jî bi tu awayeke bandorê li ser bereyên şer û Pêşmerge û hêzên emniyan da nekiriye.

Back to top button