Barzanî li Swîsre hevdîtinek girîng pêkanî
Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê û şanda li gel îro sêşem 22/01/2013 gihîştin Swîsre. Li vê serdana Swîsre ya bi mebesta beşdarkirina Kongreya Aboriya Cîhanî ku li Davos tê sazkirin, îro li gel Rêks Pîlerson Serokê Encûmena Raperandina Kompanya Exxon Mobîl civiya. Li vê hevdîtinê de Serokê Encûmena Raperandina Kompanya Exxon Mobîl behsa çalakiyên Kompanya Exxon Mobîl kir ku ev demeke li Herêma Kurdistanê karê derxistina neftê dike.
Berî ku Serok Barzanî berev Swîsre birêbikevê, li Elmanya bi mebesta halpirsîn û agahdarbûna ji wan operasyonê pizîşkiyên ku ji bo çareserkirina Serok Komar hatine kirin serdana Serok Komarê Iraqê Celal Talebanî kir, Serok Barzanî bi baştirbûna rewşa tendirustiya Talebanî û wan çareserkirinên pizîşkiyên ji bo wî hatibûn encamdan gelek xweşhal bû.