Barzanî li Rojhilata navîn dibe lîderek nû
Serokê ORSAM (Nawenda lêkolînên stratejîk ya Rojhilata Navîn) Hasan Kanpolat li ser serdana serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ya Rusya û pêwendiyên Kurdistanê û Rusyayê nirxandinekî dike.
Kanpolat di vê nirxandina xwe de behsa role serokê Kurdistanê li Rojhilata Navîn de dike.
Kanbolat di derbarê serdana serokê Kurdistanê ya Moskowa dibêje:
“ Mesud Barzanî serokê desthilatdariya herêma Kurdistan a Iraq, demek nêzik serdana Rusya dike. Ev serdana Barzanî ji gelek awayan ve girîng e. Girîngiya yekem ewe ku Barzanî cara yekem pêwendiya li gel Rusya di aêliyê darayî û siyasî de gelek bi hêz dike. Ji aliyek din ve serokwezîrê Iraqê Maliki li hevhatinek li gel Rusya kirî bû. Barzanî vê yekê wek metirsiyekî li ser xwe dibîne.
Barzanî dixwaze bibe serokek nû li Rojhilata Navîn ku rolek bingehîn bileyze. Kurda pêwendiyek bi hêz li gel welatên Rojava heye. Niha jî dixwazin pêwendiyek bi hêz li gel Moskowa jî ava bikin.
`
Herweha dive em bizanibin ka gelo dê serdana Barzanî ya Moskova bandore xwe li ser hatina Putin ya Tirkiye bike yan ne.“