Barzanî li gel PDK û YNK civiya
Îro sêşem 14.04.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serpereştiya civîna hevbeşa her dû Mektebên Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê kir.
Di destpêka vê kombûnê da ku Kosret Resûl Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê û Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî ya PDK û hejmarek ji Endamên Mekteba Siyasî ya her dû aliyan amade bûn, beşdarbûyên kombûnê bi xulekek rawestan û bêdengî û xwendina sûreta Fatîhe li salvegera destpêkirina şalawên Enfalê da yada şehîdan û qurbaniyên enfalê bilind ragirt.
Li vê kombûnê da rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û her wiha şerê terorîstên Da’îş û serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê xistin ber behs û kombûnê de qurbanîdan û cangoriya hêzên Pêşmerge bilind nirxandin û beşdarbûyên civînê silav û rêzên xwe ji bo giyanê pakê şehîdên Pêşmerge û malbatên wan ê serbilind re şand.
Li beşekî dinê vê kombûnê da rewşa navxweyî ya Kurdistanê û peywendiya di navbera hêzên siyasiyên Kurdistanê guftûgo kirin û tekez jî li wê yekê kirin ku destkeftên gelê Kurdistanê li sayeya yekrêzî û tebayî ya di navbera aliyan pêkhatiye û pêwîste jî bi hevkarî û hemahengiya hemû aliyên siyasiyan van destkeftan biparêzin. Beşdarbûyên civînê li ser ewe hevrebûn ku pêwîste mekanîzma peywendiyên her dû partiyan bêne nû kirin û rêkxistin û li ber çav girtina wan tehdîdên ku niha heye û bi navê parastina berjewendiyên bilindên Kurdistanê peywendî bêne baştir kirin û eve jî xistin rû ku nabê gotara ragihandinan bi vî awayê niha berdewam bibê û divê berev nermbûnê ve biçe.