Polîtîk

Barzanî li gel Nûnerên Kurdan li Bexda re civiya

Îro şemî 05.10.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrên Kurd yên Hikûmeta Iraqa Federal û Nûnerê hemû kutleyên Kurd yên li nav Parlemena Iraqa Federal civiya.

Li vê civînê de ku nûnerê hejmarek aliyên siyasiya Herêma Kurdistanê jî amadeyê civînê bûn reşnivîsa yasaya hilbijartina Parlemena Iraq xistin ber behs û guftûgoyê û axaftin li ser wan nêrîn û pêşniyaran kirin ku di derbarê sîstema hilbijartina Parlemena Iraqê xistinrû ku wiha biryare li dawiya meha 04 a sala 2014 bêne encamdan.

Hemû aliyên beşdarvanên îro Serok Barzanî û nûnerên Kurd li Bexda li wê yekê de hevre bûn ku pêwîste li ser meseleya yasaya hilbijartina Parlemena Iraqê de helwestekî giran û yekgirtî hebê û ji bo vê mebestê jî civînê biryar da lîjneyekî taybet bi endametiya hemû kutleyên Kurdan yên li Parlemena Iraqê pêkbê û nêrîn û helwesta aliyên siyasiyên Iraqê di derbarê naverokên li nav reşnivîsa yasaya hilbijartina Parlemena Iraqê bizanin û paşê helwesta dawî ya kutleyên Kurdî ya di derbarê yasaya hilbijartina Parlemena Iraqê guftûgo bikin.

Back to top button