Barzanî li gel hukumetê civînek girîng darxist
Serokê Kurdistanê da xuyakirin, ku Iraqê rastî krîzeka dijwar bûbû û encama wê jî nexuya bû. Belê ew krîza han bi alîkarîya kurd hat çareserkirin.
Barzanî got: Hinek alîyan weha jî didan nîşandan, ku ti pêwendîya Kurdistanê bi Iraqê ve nemaye, belê ev nerîna han şaş derket, rewşa herêma Kurdistanê jî bi rewşa Iraqê ve girêdayî ye.
Di vê kombûnê de behsa pêşinyarên serokê Kurdistanê û damezrandina hukûmeta nû ya Iraqê hat kirin û serok got, ku pirsên hevpişkên navbera alîyên siyasî gelek in.
Mesud Barzanî behsa kombûna roja 11-ê vê mehê ya parlementoya Iraqê jî kir û got, ku kurd ji bo wergirtina posta serokê komarê rijd bû (bi israr bû) û ew post jî wergirt û ev jî ji bo kurd serkevtinek mezin bû.
Serokê wezîrên hukûmeta herêma Kurdistanê Berhem Salih di vê kombûnê de da xuyakirin, ku ev pêşveçûnên vê dawîyê yên piştî pêşniyarên serokê herêma Kurdistanê û pêkanîna hukûmetê giring bûn û giranî ji kurdan re çê kirin.
Di beşekî vê kombûnê de behsa kuştina mesihiyên Iraqê û rewşa wan a nexweş jî hat kirin û hat daxwazkirin, ku di hemû waran de alîkarî bi wan re bê kirin. Serokê Kurdistanê di vê derbarê de dilgiranîya xwe da nîşandan û got, ku dergehên Kurdistanê li ber wan vekirî ne.
Di derbarê rewşa herêma Kurdistanê jî de serok got, ku roj bi roj mala kurd rêxistîtir dibe û birayetî û yekrêzî xurtir dibin. Weha jî got, ku divê PDK û YNK bibin du partîyên sivîl û hukûmet hukûmeta Kurdistanê be.
Di dawîya evê kombûnê de bi giringî behsa sê pirsan hat kirin:
1- Di vê dawîyê de weha hatibû belavkirin, ku li ser pirsa namûsê di van 16 salên derbasbûyî de bêtirî 12.000 jin hatine kuştin. Di vê kombûnê de wezîrê navxweyîyê got, ku ev hejmara han ne rast e.
2- Divê serhêjmariya li Iraqê tê çêkirin bê encamdan. Gunehê paşkevtina encamdana vê prosesê jî, ket stûyê wezîrê plandanînê yê hukûmeta Iraqê de.
3- Keresteyên (maddeyên) avakirinê û paraztina jîngehê hat gengeşekirin û di vê derbarê de, wezîrê jêderên suriştî û wezîrê tendiristîyê, çend pirs şirove kirin.