Polîtîk

Barzanî li gel berpirsên 9 welatan cûda cûda civiya

Roja pênçşem 11.02.2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta beşdarîkirina li konferansa Navdewletiya Asayîşa Munix 2016 serdana welatê Almanya kir.Li çarçêweya konferansa Asayîşa Munix 2016 û li yekemîn roja vê konferansê da Serok Barzanî çendîn civîn û hevdîtin û çalakiyên têrûtijeyên dîplomasiyê li gel berpirsên bilindên welatên cîhanê encamda û têda Serok Barzanî siyaseta Herêma Kurdistanê ya di derbarê şerê dijî Da’îş û pêşhatên siyasî û emniyên dawî yên navçeyê û Iraq û Sûriye û her wiha qeyrana darayî û referandumê xisterû.Li çarçêweya van hevdîtin û çalakiyan da berî nîvroya roja înê 12.02.2016 Serok Barzanî li cihê mayîna xwe pêşwaziya Rodrîk Kîzlîter Endamê Lîjneya Peywendiyên Derveyê Parlemena Almanya ya li Partiya Demokrata Mesîhî kir. Li kombûnê da Endamê Parlemana Almanya piştgîriya xwe û partiya xwe ji bo Herêma Kurdistanê hêzên Pêşmerge dûpatkir û her wiha palpiştiya helwesta Hikûmeta welatê xwe yê ji bo piştevanîkirina hêzên Pêşmerge û meşq û rahênan û hevkarîkirina Hikûmeta Almanya ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir. Li beranber da ji bo piştevanî û palpiştiya wan ya li Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge, Serok Barzanî spasiya gel û Hikûmeta Almanya û Partiya Demokrata Mesîhî kir. Her wiha ronahî xiste ser rewşa siyasiya Iraq û Kurdistanê û her wiha behsa rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan û serkeftina wan Pêşmergeyan kir.Her heman roj Serok Barzanî li çarçêweya konferansa Asayîşa Munix 2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jan Îo Lodriyan Wezîrê Bergiriyê Fransa û şanda li gel kir. Li hevdîtinê de rewşa Iraq û Kurdistanê û hevkariyên serbaziyên Fransa ji bo Herêma Kurdistanê xistin ber behs û guftûgoyan û Wezîrê Bergiriyê Fransa wê yekê dûpatkir ku welatê wan bi hemû şiyanek li şerê terorîstên Da’îş da piştgîriya Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge dike. Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo qurbanîdana hêzên Pêşmerge hebû û azadkirina Şingalê jî bi serkeftinekî mezin û sembolîkî ya Pêşmerge li dijî terorîstan wesif kir. Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa rewşa meydanî ya bereyên şer û referandum û her wiha qeyrana darayî ya Herêma Kurdistanê û metirsiyên wê qeyranê li ser warên cûr bi cûrên jiyana li Herêma Kurdistanê kir. Amadekariyên ji bo azadkirina Musil û her wiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Fransa mijareke dinê vê hevdîtinê bû.Her li roja înê 12.02.2016 û li çarçêweya konferansa Asayîşa Munix 2016 da birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Şah Abdullah Padşayê Şahnişîna Urdinê kir. Li hevdîtinê de ku li keşêkî germ û dostane da birêveçû, rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û şerê dijî terorîstên Da’îş û qeyrana Sûriye û peywendiyên dû qoliyên di navbera her dû aliyan guftûgo kirin.Piştî kombûna li gel Padşayê Urdin birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li cihê mayîna xwe pêşwaziya Temmam Selam Serok Wezîrê Lubnan û şanda li gel kir. Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û pêşhatên dawî û referandum û her wiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Lubnanê guftûgo kirin û Serok Wezîrê Lubnanê spasî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hemwelatiyên Lubnanî li Herêma Kurdistanê da hêsankarî û pêşwaziyekî baş li wan tê kirin.Pêşwazîkirina Pawlo Cêntîlonî Wezîrê Derveyê Îtalya çalakiyekî dinê Serok Barzanî bû. Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ronahî xiste ser rewşa meydanî ya bereyên şer û serkeftinên Pêşmerge û rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê û her wiha referandumê. Li kombûnê da Wezîrê Derveyê Îtalya soza wê yekê da ku peywendiyên aborî yên di navbera her dû aliyan wekî peywendiyên serbazî bi hêz û tundtir bibin û welatê wan li yarmetîdana Herêma Kurdistanê û meşq û rahênana Pêşmerge û polîsên Herêma Kurdistanê berdewam bê. Li beşekî dinê vê hevdîtinê behsa bendava Musil û wan metirsiyan kir ku peywestin bi bîna û bingeha bendava Musil û Serok Barzanî xweşhaliya xwe derbirî ku kompanyayekî Îtalyayî serkeftiyane berdewame li karê çavdêrî û pêşkêşkirina yarmetiyê bo ku bendava Musil xwe li beranber wan metirsiyan bigre ku hereşene li ser bingeh û bînaya bendavê.Her heman roj Serok Barzanî pêşwaziya Philiph Hamond Wezîrê Derveyê Brîtanya û şanda li gel kir û li hevdîtinê de tîşk xistin li ser rewşa serbazî û darayî ya Herêma Kurdistanê û referandum û her wiha peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya kirin.Piştî kombûna li gel Wezîrê Derveyê Brîtanya Serok Barzanî li gel Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê civiya. Li vê hevdîtinê de bi awayeke eşkere rewşa siyasî û emnî û aborî ya Herêma Kurdistan û Iraqê û ew xalên ku peywistin bi peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda xistin ber behs û guftûgoyan û biryar jî dan ku civîn û danustandin û diyaloga di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li astên cûda cûda de berdewamiya xwe hebê.Li berdewamiya çalakiyên dîplomasiyên Serok Barzanî li roja yekema konferansa Asayîşa Munix 2016, Serok Barzanî li gel Mewlûd Çavuşoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye civiya. Li civînê de behsa berfirehkirina peywendiyên dostaneya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye kirin û Wezîrê Derveyê Tirkiye serdana Serok Barzanî ya welatê Tirkiye bi girîng û karîger û dîrokî wesif kir. Şerê dijî terorîstên Da’îş û rewşa bajarê Musilê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.Li wêstgehekî dinê hevdîtinên Serok Barzanî ya li çarçêweya yekem roja konferansa Asayîşa Munix civîna rêzdar ya li gel Mihemed Cewad Zerîf Wezîrê Derveyê Îranê bû. Li vê civînê de pêşhatên siyasî û emniyên dawî yên navçeyê û Iraq û Sûriye xistin ber behs û guftûgoyan û tekez jî li ser berfirehtirkirina peywendiya dostaneya di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê kirin.

Back to top button