CîhanPolîtîk

Barzani li Enqere behsa çi kir

Roja sêşem 23.08.2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî li ser vexwendineke fermî ya Serok Komarê Tirkiye serdana welatê Tirkiye kir û li Firokxaneya Navdewletiya Ankara ji aliyê Ferîdun Sinirlioglu Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiyê ve hate pêşwazî kirin.Êvariya heman rojê Serok Barzanî li gel Receb Tayyip Erdogan Serok Komarê Tirkiyê li Koşka Komarî ya Tirkiye civiya.Li civînê de ku Wezîrê Derve û Wezîrê Uze(Enerji) û hejmarek ji berpirsên Hikûmeta Tirkiyê amade bûn, Serok Komarê Tirkiye xweşhaliya xwe bi serdana Serok Barzanî nîşanda û her wiha spasî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku li kudetaya Tirkiyê de hevsoziya Hikûmet û gelê Tirkiye bûne û li gotarek da naveroka kudetaya şikest xwariya meha derbasbûyî ya Tirkiyê şîrove kir. Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Komarê Tirkiye behsa peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser berfireh kirina peywendiyan bi taybetî li warê aborî ya di navbera her dû aliyan kir.Her li vê kombûnê da behsa şerê terorîstan li Iraq û Sûriye û gef û guherîna taktîka terorîstan û bikaranîna zarokan ji bo karê terorîstiyê kir û hengavên azadkirina bajarê Musilê guftûgo kirin.Rewşa giştî ya navçeyê û guhertinên Herêmî û navdewletî mijareke dinê civîna di navbera Serok Barzanî û Serok Komarê Tirkiyê bû.Êvariya heman rojê Serok Barzanî li Koşka Çankaya ji aliyê Bînalî Yildirim Serok Wezîrê Tirkiyê ve hate pêşwazî kirin. Li hevdîtinê de ku Wezîrê Uze û Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye û hejmarek şêwirmendên Hikûmeta Tirkiye amade bûn Serok Barzanî pîrozbahiya serkeftina îradeya gelê Tirkiye li beranber kodetaçiyan kir û ji bilî balkişandina li ser rewşa aloza navçeyê û êrîşên terorê û gefên li ber gelên navçeyê hevkarî û karê hevbeşê her dû aliyan ya ji bo pêkanîna aştî û aramiyê bi pêwîst zanî.Her li vê kombûnê da pêşxistina peywendiyên bazirganî û aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye xistin ber behs û guftûgoyan û tekez li ser hemahengî û peywendiyên her dû aliyan ya li warên cûda cûda de kirin.Li beşekî dinê hevdîtinê de di derbarê çawayiya rûbirûbûna Da’îş de danustandina bîr û ramanan kirin. Piştî vê kombûnê, Serok Barzanî û Serok Wezîrê Tirkiye li civîneke dû qolî da rewşa siyasî ya navçeyê nirxandin. Li dawiya kombûnê da jî şîvek li ser şerefa Serok Barzanî ji aliyê Serok Wezîrê Tirkiyê ve bi amadebûna hejmareke zêdeyê berpirsên siyasî û hikûmî yê Tirkiye hate saz kirin.Li vê serdanê da Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şanda li gel Serok Barzanî pêkanîbûn.

Back to top button