Polîtîk

Barzanî li Abudabî beşdarî Formulla 1 kir

Roja şemî 02.11.2013 li ser vexwendineke fermî ya Îmarata Yekgirtiya Erebî birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandek serdana wî welatî kir. Li vê serdana Îmarata Yekgirtiya Erebî de Serok Barzanî ji aliyê Mîrnişînê Ebudabî Şêx Mihemed Bin Zayd El Nihiyan Cîhnişînê Ebudabî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdaran ve hate pêşwazî kirin.

Li vê hevdîtinê de peywendiya dû qoliya di navbera Herêma Kurdistan û Îmarata Yekgirtiya Erebî li ser her dû asta siyasî û aborî de hate nirxandin. Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî xweşhaliya xwe ji bo berev pêşveçûna asta peywendiyên di navbera her dû aliyan de nîşanda û hêvî xwest welatê Îmarat û kompanyayên wî welatî roleke ber bi çav li pêvajoya geşbûn û avadankirina Herêma Kurdistanê de bibînin.

Her wiha li vê hevdîtinê de pêvajoya siyasiya navçeyê hate guftûgokirin û di derbarê pêşketinên dawî yê siyasî yên li ser asta Iraq û herêmê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha her dû alî li ser girîngiya berev pêşbirin û berdewamîdana bi peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îmarat bi hevre bûn.

Back to top button