Polîtîk
Barzanî: Kujerên Hîşam Haşimî peyda bikin û bidin dadgehê
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li twittek da li hejmara xwe ya taybetî ya tora civakiya twitter nivîsiye: “Bi tundî terorkirina lêkolîner û pîsporê emnî ya Iraqî Hîşam Al Haşimî şermezar dikim ku doh li êrîşeke plankirî de li Bexdayê hate teror kirin”.
Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî pirse û serxweşiya li kesukarên Hîşam Haşimî, daxwaz ji aliyên Iraqê dike “Terorîstan peyda bikin û radestî dadgehê bikin”.