Îro pênçşem 26.06.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana bajarê Kerkûkê kir. Li vê serdanê da ku şandekî payebilindê hikûmî û serbazî û emnî, li gel Serok Barzanî bûn, di destpêkê de li gel hêza Pêşmergeyên Kurdistanê civiya û li wê civînê de Serok Barzanî ragihand: Hatim Kerkûka xweşdivî bo ku serdana we bikin û bi xêrhatina we bikîn û her wiha ji bo vê destkefta mezina ku çendîn sale xebatê ji bo wê dikin û xwîn ji bo wê didîn pîrozbahiyê li hemû gelê Kurdistanê bikîn. Her wiha Serok Barzanî ragihand: Diruşma pîroza şoreşa eylûlê ji “Kurdistan yan neman”ê pêkhatibû, heta îro beşa me neman bû, îro Kurdistan bi dest hat, êdî divê biparêzîn.
Her li vê civînê de Serok Barzanî ragihand: Îro ji hemû rojek zêdetir pêwîste em Kurd beranber xuşk û birayên xwe yên ji pêkhatên neteweyî û olî û mezhebiyan êdî vekirî bîn, herdem me digot bila nasnameya Kerkûk vegerê wê demê dibînin sexaweta Kurd çende û dibînin dilê Kurd çend mezin û berfirehe, îro ew roje û pişt bi xwedê vê serkeftinê diparêzîn. Serok Barzanî tekez kir ku piştî wê yekê ku Kerkûk vegeriya pênaseya rasteqîneya xwe, êdî pêwîste Kerkûk bibê bajarê aştî û birayetî û nimûneya pêkvejiyana neteweyî û olî û mezhebî.
Her li vê civînê de Serok Barzanî spasiya xweragiriya xelkê Kerkûkê kir ku herdem armanca terorîstan bûne û ragihand: Min gelek hêvî heye ku êdî dawî li nexweşiyan bê û hemû pêkve berev asoyekî geştir û paşarojeke xweştir ve biçîn.
Di dawiya civînê de jî Serok Barzanî ragihand ku hemû hêzek ji bo parastina Kerkûk û parastina asayîşa bajarê Kerkûkê amadeye û ez bi xwe jî amademe wekî Pêşmergeyek bêm li Kerkûk çek hilgirim. Serok Barzanî spasiya hemû fermandeyên serbaziyên Kurdistanê jî kir ku li parastina Kerkûkê de erkê xwe bi cîh kirine.
Her wiha îro li bajarê Kerkûkê Serok Barzanî li gel berpirsên hikûmî û hizbî û lîjneya serbazî û emniya bajarê Kerkûkê civiya. Kombûn li ser nirxandina planekî tokmeya serbazî û emnî ya parastina Kerkûkê hatibû terxankirin û ji bo vê mebestê jî birêz Mihemed Hacî Mehmud Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê ji bo serpereştî kirina wê planê hate raspardin. Li wê civînê de Serok Barzanî hemû hêzên serbazî û emniyan raspard ku pêwîste bi wekhevî rêz li hemû pêkhatên neteweyî û olî û mezhebiyên bajar bigrin û hemû hewl û şiyana xwe ji bo parastina jiyan û aramiya hemwelatiyan terxan bikin û tekez kir ku pêwîste ser û malê hemû runiştvanên bajar bi hemû pêkhatan ve bê parastin û nimûneyekî gelek xweşika pêkvejiyanê pêşkêş bikin. Her li vê kombûnê da Serok Barzanî tekez li ser ewe kir ku terorîst nikarin li ser îradeya pêkvejiyan û aştiyê da zal bibin.
Li dirêjahiya serdana xwe ya Kerkûkê de, Serok Barzanî li gel nûnerên aliyê Kurdistaniyan û aliyê siyasiyên hemû pêkhatên Kerkûkê kombû. Li wê kombûnê da Serok Barzanî tekez kir ku Pêşmerge parêzerê hemû pêkhatên neteweyî û olî û mezhebiyên bajarin bêyî tu cûdahiyek û daxwaz ji nûnerên aliyê siyasiyên hemû pêkhatên Kerkûkê kir ku bi hevkarî û tebayî bibin dakokîkarê mafê hemû hemwelatiyên Kerkûkê û divê nimûneyekî xweşika pêkvejiyana aştiyaneya neteweyî û olî û mezhebî pêşkêş bikin û Kerkûk bibê bajarê aştî û birayetiyê.