Barzanî ji Kazimî re got “Tu Serok Wezîrê hemû Iraqêyî yan na?”

Nûnerê Kurdistanê li Bexda: Nêçîrvan Barzanî ji Kazimî re got “Tu Serok Wezîrê hemû Iraqêyî yan na?”
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexda ragihand li serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê ya Bexdayê û di dema civîna li gel Serok Wezîrê Iraqê, Nêçîrvan Barzanî pirsiyar ji Kazimî kiriye û gotiye: Tu Serok Wezîrê hemû Iraqêyî yan na?, her bi xwe bersîvda û got: Eger belê, divê mûçeyê Herêma Kurdistanê bişînî û bi kêşeyan ve girê nedî.
Faris Îsa Serokê Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexda ragihand li çarçêweya serdana xwe ya li Bexda, Serokê Herêma Kurdistanê ji bo berpirsên Hikûmeta Iraqê dûpatkir ku divê hevdû têgihiştina hevbeş hebê ji bo rûbirûbûna kêşeyan û çareserkirina hemû kêşeyên taybet bi kêşeya Hewlêr û Bexda ya li ser bingeha destûrê bê dîtin.
Faris Îsa di derbarê guftûgoyeke civîna Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê û Mistefa Kazimî ve got: “Serokê Herêma Kurdistanê pirsyarê li Mistefa Kazimî kir, erê tu Serok Wezîrê hemû Iraqêyî yan na? eger belê, wê demê pêwîste mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê bişînî û nabê bi kêşeyan ve girê bidî”.