CîhanPolîtîk

Barzanî: Îtalya di rojên teng de palpiştê Kurdistanê bû

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Elêsandra Dî Pîpo Konsola nû ya Îtalya li Hewlêrê kir.Li hevdîtinê de ku Karmêlo Fîkara Konsolê berê yê Îtalya li Hewlêrê amade bû, Konsola nû ya Îtalya ku bi mebesta xwenasandinê serdana Serok Barzanî kiribû xweşhaliya xwe bi hevdîtina li gel Serok Barzanî û destpêkirina erk û karê xwe ya li Herêma Kurdistanê nîşan da. Behsa ewe jî kir ku Kurdistan ji bo gel û Hikûmeta Îtalya girîngiyeke xwe ya taybetî heye û hemû hewlek didin bo ku asta peywendiyên di navbera welatê wan û Herêma Kurdistanê baştir bikin û berev pêşve bibin. Her li vê hevdîtinê de Konsolê berê yê Îtalya li Hewlêr ragihand ku gel û Hikûmeta Îtalya bi tevahî agahdarî hewlên Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê ne ku wan tehdît û hereşeyan rizgar bibin û pesnê kultûra pêkvejiyan û jiyana demokrasî û parastina pêkhatan û yarmetîdana koçber û lêqewimiyan dikin. Her wiha behsa dema karkirin û ezmûna xwe ya li Herêma Kurdistanê kir û nasîna Serok Barzanî jî bi şerefekî mezin da zanîn.Li beranber da Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Konsolê nû û berê yê Îtalya xwest û spasî gel û Hikûmeta Îtalya kir ku li rojên teng da palpiştê gelê Kurdistanê bûn û serdana berpirsên bilindên Îtalya her ji destpêka şerê terorîstan heta niha balkişandineke rûne ji bo dostayetiya di navbera her dû gelê Kurdistan û Îtalya û gelê Kurdistanê helwesta welatê Îtalya li piştevanîkirina Pêşmerge û Kurdistanê ji bîr nake. Her wiha hêvî xwest ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îtalya li hemû waran da berev pêşveçûnê zêdetir bi xwe ve bibîne.

Back to top button