Polîtîk

Barzani: Emê bi xwe petrola Kurdistanê bifroşin

 

Encumena Petrol û Gazê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî civîna Parlamentoya Kurdistanê bû. Piştî civînê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê wî Qubad Talebanî bersiva pirsên rojnamevanan dan.

Serokwezîr Barzanî li ser siyaseta petrola Başûrê Kurdistanê got, Herêma Kurdistanê ti carî petrola xwe radestî şîrketa iraqî ya SOMO nake û dê bixwe petrola xwe bifroşe.

Nêçîrvan Barzanî li ser birrîna mûçeyê karmendên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve jî got, hikûmeta Iraqê bêhêcet mûçe û qûtê gelê Kurdistanê birriye û wiha axivî: “Bexda mûçeyê deverên di bin destê DAIŞê de jî dide lê yê Kurdistanê nade. Birastî ev rewş me dêşîne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman ku ew dixwazin bi Bexdayê re li ser dîtine çareseriyekê li hev bikin lê eger Hewlêr û Bexda li hev nehatin nayê wê wateyê ku Hikûmeta Kurdistanê dê bêçare bimîne, ji ber ku çareseriyên din li pêşiya me hene.

Li ser bazirganiya hinek rayedarên Başûr bi DAIŞê re jî Nêçîrvan Barzanî bi tundî axivî û got, yên ku bi DAIŞê re bazirganî kirine xiyanet kirine û divê li gorî wê yekê bên darizandin.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî bersiva hinek pirsan da û got, Amerîka û Netewên Yekbûyî û Brîtanya ji birrîna bûdce û mûçeyê gelê Kurdistanê dilgiran in û guvaşê dixin ser hikûmeta Iraqê ji bo ku vê arîşeyê çareser bike.

Qubad Talebanî li ser îdiayên ku dibêjin Tirkiyeyê pereyê Herêma Kurdistanê yê ku ji firotina petrolê hatiye komkirin û li Halk Banka Tirkiyeyê de ye, xistiye tiqûfê, got, tiştekî wisa tine û Tirkiyeyê pereyê Kurdistanê nexistiye tiqûfê. 

Back to top button