ReferandumVîdeo

Barzanî: Em ji serxwebûnê venagerin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji nav Stuadyoma navdewletî ya Şehîd Firrenso Herîrî li Hewlêrê ragihand: “Em niha li vir in daku bêjin Belê ji bo serxwebûnê.Serokê Herêma Kurdistanê got: “Biryara referandumê ji destê min û hemû partiyên Kurdistanî derketiye û ketiye destê gelê Kurdistanê, guvaş berdewam in ji bo paşxistina referandumê, lê em paşde venagerin û her ku serxwebûn paş dikeve ziyan bêtir li me dibe.”Di gotara xwe de Serok Barzanî got jî: “Ez ji Encûmena Ewlehiya Navdewletî re dibêjim: Bi serxwebûna Kurdistanê emê bihêztir ji niha şerê DAIŞê bikin û wek çavê xwe li mişextan miqatebin, ez vê wesiyetê li gelê Kurdistan jî dikim.Serokê Herêma Kurdistanê got: “Ez ji welatên cîran jî dibêjim: Em berdewam in li ser rêzgirtina cîrantiyê û em ti gefê li ser kesî çênakin.Bang cemawerên gelê Kurdistan dikim di 25 Êlûnê de deng ji bo serxwebûnê bidin.”Di dawiya gotara xwe de serokê herêma Kurdistanê sipasiya hêzên pêşmerge kir, û tekez kirk u ti carî Pêşmerge nahêlin axa Kurdistanê careke din bê dagîrkirin û berdewam ewê Kurdistan biparêzin.

Back to top button