Îro şemî 08.08.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn, pêşwaziya kesukarên qurbaniyên bombebarana gundê Zargelî kir.Di destpêka hevdîtinê de fatîheyek ji bo giyanê pakê şehîdan hate xwendin, paşê Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina wan, hevxemiya xwe bi wan ragihand û got: Şehîd, şehîdên mene, şehîdê hemû gelê Kurdistanê ne, şehîdê şerekin ku ew têda ne aliyekin.Serok Barzanî her wiha ragihand: Me ku wan hemû hewlan da ji bo wê yekê ku aştî berqerar bibê û şer rû nede, ji ber ku me dizanî encama şer ew kuştar û malwêraniye, em dijî şerîn û nabê xelkê bê guneh bibe qurbaniya wê şer û gengeşeyê. Niha jî em bi berdewamî hewl didîn bo ku carekî din şer rawestê û vegerîne aştiyê.Serok Barzanî ragihand: Ez gelek baş hest bi êş û azara we têdigihim û xwe bi hevbeşê êş û xema we dizanim. Her çende hemû samanê dinyayê qerebuya dilopek xwîna bi neheq rijiyayî ya şehîdan nake, lê belê her çi ji destên me bê ji bo qerebû kirina ziyanên we emê bikin û min Hikûmeta Herêma Kurdistanê raspardiye her çi li şiyana wan de hebê ji bo çareseriya birîndaran bikin.Paşê kesukarên qurbaniyan, ji bo vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kirin û ragihandin ku helwestên Serok Barzanî û peyama hevxemiyê û ev hevdîtin xemên wan kêm kiriye. Her wiha ragihandin: Me li piştî raperînê gundên xwe avadan kir heta ku me jiyanekî asayî hebê û bi wê jiyana sade jî dilxweş buyîn. Lê mixabin bi dirêjahiya salên derbasbûyî baca şerek didîn ku ne yê me ye û me dehan qurbanî daye û jiyana me têk çûye û malên me wêran bûne. Li demek da çendîn car me daxwaz ji PKK kiriye baregehên xwe ji gundên me dûr bixin, heta jiyana me nekevê metirsiyê, lê gûh nedan daxwazên me û tu dem û satekî em ji jiyana xwe ne dilniyayîn.Kesukarên qurbaniyên Zargelî ragihandin: Niha em li ber dû rêyek dane, yan divê ew baregehên wê şerê ji me bêne dûr xistin, yan jî em neçarîn ji bo parastina jiyana xwe cîh û war û axa xwe berdîn û gundên xwe bi cîh bihêlîn û koçberê bajar û gundên din bibîn.Her wiha li vê hevdîtinê de kesukarên qurbaniyan dilgiraniya xwe li wê yekê derbirîn ku hewlek heye ji bo wê yekê ku muzayedeya hizbî bi xwîna şehîdan ve bê kirin û ragihand: Em ewe bi bêrêziya bi xwîna şehîdên xwe dizanîn, ew ne şehîdên tu hizbekin belkû şehîdê hemû Kurdistanê ne, hîç muzayedeyek birîna me na kevîne û napêçe, em hemwelatiyê Herêma Kurdistanê ne û ewê bi kirdarî bi hanaya me ve hatiye Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn.Kesukarê qurbaniyan spasiyên xwe jî beranber dam û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku li çareserkirina birîndaran û bi hanaveçûna lêqewimiyên vê rûdanê de, tu kêmasiyek nekirine.Di dawiya hevdîtinê de jî kesukarên qurbaniyan carekî din hêvî xwestin ku agirê wê şerê ji gundên wan bê dûr xistin û êdî xwîna xelkê wan gundan bi neheq nerijê. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: