Barzanî: Em bi tu awayekî qebûl nakîn pêvekê Bexda bîn
Berî nîvroya îro yekşem 30.03.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Masîmo Marotî Balyozê welatê Îtalya li Iraqa Federal kir.
Di destpêka hevdîtinê de Balyozê welatê Îtalya li Iraqa Federal xweşhaliya xwe ji bo rexsandina vê hevdîtinê nîşanda û Serok Barzanî ji çalakiyên xwe yên siyasiyê li Herêma Kurdistanê agahdar kir û bi kurtî di derbarê siyasetên Hikûmeta nû ya Îtalya xisterû û balkişand li ser wê aramî û geşbûna li Herêma Kurdistanê da heye û hêvî xwest ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalya pêşveçûnên zêdetir bi xwe ve bibîne û eve jî ji bo Serok Barzanî behs kir ku ew mijulî wan amadekariyane ku zêdetir handana kompanyayên Îtalya yên ji bo sermayeguzariyê li Kurdistanê û her wiha serdana şandekî Hikûmeta nû ya Îtalya ya Herêma Kurdistanê kir.
Li beranber da Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina Balyozê welatê Îtalya li Iraqa Federal kir û amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo kûrtirkirin û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Îtalya li hemû waran da ragihand.
Her li vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêm û Bexda û hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê guftûgokirin û di derbarê wan aloziyên di navbera Herêm û Bexda Balyozê welatê Îtalya li Iraqa Federal balkişand li ser wê yekê ku welatê wan dixwaze aramî li Iraqê da hebê û kar bi pêverên demokrasiyê bê kirin û nêrîn û têbîniyên hemû aliyek jî ji aliyê dewleta Îtalya girîngiya xwe heye.
Di derbarê kêşeyên Herêma Kurdistanê û Bexda de Serok Barzanî wê yekê xisterû ku nêzîkî 11 sale Herêma Kurdistanê yarmetiya proseya siyasiya Iraqê û aramiya wê dide û li vê rêyê da li gelek ji mafên xwe jî bûye lê belê li encamê da ewe desthilatdarên Bexda ne ku naxwazin pabendî destûrê bin û got: “Desthilatdarên Bexda dixwazin Herêm pêvekê wan bê û li Iraqê jî da şerîk jî nebê. Em bi tu awayekî qebûl nakîn piştî wan hemû xebat û qurbanîdanê û êş û janan pêvekê wan bîn. Eger desthilatdarên Bexda her berdewam bin li binpêkirina destûrê û piştguhxistina bingehên şeraket û tewafuqê em neçarîn bi peywendiyên xwe yên li gel Bexda da biçîn û eve mafêke destûr bi me daye”. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku destûra Iraqê rê li xwesepandinê digrê û pabendbûna bi destûr dibê sedema lawazbûna eqliyeta înkar kirinê û ji bo wê yekê jî desthilatdarên Bexda ji wê destûrê poşman bûne ku hemû aliyek li ser rêkketine û xelkê deng pê daye.
Pêvajoya Sûriye û tehdîd û êrîşên terorê li ser asayîş û aramiya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.