Barzanî: Eger xiyaneta 16ê oktoberê nebûya niha Kurdistan di rewşeke din de bûya
Serok Mesûd Barzanî di civînekê de digel hijmareke berpirs û kadroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) behsa rewşa îro başûrê Kurdistanê tê derbas dibe kir û got ku piştî referndûma serxwebûna Kurdistanê rewşeke nexweş çêbûye, lê ev rewş demkiye û derbas dibe.Barzanî di civîna digel barpirs û kadroyên PDK yên her du wîlayetên Kerkûk û Silêmaniyê got ku gelê Kurdistanê neşikestiye, lê xiyanet lê hatiye kirin, şikestin hîngê dibe dema îrade dişkê û îradeya gelê Kurdistanê neşikaye.Serok Mesûd Barzanî hevzosiy xwe ji xelkê piştî bûyerên 16ê oktobera borî rastî êş û azaran û koçberiyê bûne parve kir û got ku, xelkê wan deveran hertim ji pêxemeta pirensîp û karemeta Kurdistanê bi dirêjahiya dîrokê qurbanî dane.Li ser wê rewşa piştî referenduma serxwebûna Kurdistanê hatiye hole serok Barzanî ji beşdarên civînê re got:- Sedema vê rewşa niha heye ne referendum e, lê ji mêj bû Bexdayê niyeta êrîşê bo ser Kurdistanê hebû, eger referendum nekiraba pîlana li dijî Kerkûkê her hebû.Referendum biryareke rast û dirusta a gelê Kurdistanê bû û diviya bû referendum zûtir bihataya kirin û referendum pîroztirîn û adiltirîn destkefta neteweyîya gelê Kurdistanê ye. Referendum dengê adil û aşitî yê gel e û tu yasa û hikûmet nikarin ew dengê aştiyane hilweşîn in. Tişta astengî û kelem li pêşiya wê destkefta mezin çêkirin xiyzneta grûpekê bû ku pişt li gelê Kurdistanê kir û Kerkûk firot û teslîm kir û eger xiyaneta 16ê oktoberê nebûya niha gelê Kurdistanê di rewşeke din de bûya.- Rewşa xiyanet, dagîrkirin û defacto û çek nikarin nasnameya Kerkûkê û deverên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê biguhein. Me hertim, niha û berê jî gotiye ku em dixwazin Kerkûk û deverên din bibin mînaka pêkvejiyana aşitiyane ya hemû netewe û pêhateyan û defacto bi tu awayî nayê qebûl kirin.Di dawiya axaftina xwe de, serok Barzanî sipasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê, Kerkûk û deverên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kir û daxwaz ji wan kir ku hêvî û îradeya wan bihêz be, ji ber ku doza gelê Kurdistanê dozek adil e û ew reşa niha heye rewşeke demkî ye û derbas dibe.