Nivîsar

Barzani doza Kurdistan a mezin dike

 

Li Tirkiye tirsa Kurdistana serbixwe û yekgirtî ketiye zikê nivîskar û siyasetmedarên nijadperet de.Rojana di medya xwe de behsa avakirina Kurdistanê dikin û bi vê yekê jê gelek caran Ak Partiyê jî ji bo arîkariya fikrekek halê tawanbar dikin.

Nivîskarê rojnama Yenî Mesaj Bayram Coşkun di vê derbarê de nirxandirek kiriye.

Coşkun di nivîsa xwe de dibêje:

Wezîrê me yê derve dixwaze li Bakurê Suriye herêmek tampon bête pêkanîn.Heta dibêje ku eger ji bo vê yekê pêwistbe em dikarin şer bikin. Dixweyê ev xeyala wezîrê me dibe rastiyek.

Li Bakurê Suriye alayekî hildidin wek ala Barzaniye. Ev herêm dê bibe herêmek otonom wek herêma kurdên Iraqê û wê bi wan ve bê girêdan.

Ew Barzaniyê ku AKP şenaziyê pê dike dibêje: Mafê kurda heye ku dewletek serbixwe damezirînin.Divê Tirk, ereb û faris vê yekê têbigihin.

Li gora vê dê ji Ixdirê heta Antakya  başûrê Tirkiye hemî bibe Kurdistan. Eger hun biçekî lêkolinê bikin dê pêwendiya Barzani û Israil bê xuyakirin.

Dema mirov projeya Rojhilata Navin dinêre gelek vekirî dixweyê ku di bingeh de Kurdistan ne derdê kesekiye armanc pêkahanina daxwaziya Israil ya Arzê Mevu de.

 

 

Back to top button