Polîtîk

Barzanî dixwaze kurdan bi xwe ve girêbide lê serneket

Endamê serkirdeyatiya PYDê û endamê komita karûbarên derve yê vê partiyê Alan Şemo ji bo tevlî konferansek di derbarê Suriyê de bibe li Satnbulê bû.

Li bajarê Stanbulê Bianet li gel Şemo di derbarê pirsa Suriye û Kurdan û herweha daxwaziyên PYDê de hevpeyvînek pêkanî.
Di vê hevpeyvînê de beşek li ser dîtinên PYDê di derbarê Kurdistana Başûr û serokê Kurdistanê Barzanî bû.

Şemo dide xuyakirin ku derdê wan Suriyeye tu derdê wan yê Kurdistanê tuneye.

Pirsek û bersiva balkêş ya Şemo:

Pirs: Li gel Barzanî û Kurdên Iraqê pêwendiyên we çewenin?

Şemo: ” Em wek PYD  wek hev nêzikî hemû rêxistinanin. Ev ji bo PDKê û ji bo Qendîlê jî derbas dibe. Derdê me Suriyeye. Em wek Barzanî federasyonekî naxwazin.Ji ber ku li Suriye grubên cuda yên olî û etniqî gelekin.Ji bo vê federasyonek cografî ji bo me çênabe.

Em Xweseriya Demokratik dixwazin. Divê desthilatî hemû di nawendekî de kom bibe. Em dewletek yekbûyî dixwazin. Em ji bo vê wek Rojava dikarin bibin nimûneyek jî.

Lê heta niha Tirkiye û Barzanî bi hevre hereket kirin ji bo berjewendiyên xwe siyasetek ku em ne di navde rêvebirin. Tirkiye naxwesta em li Suriye xwedî bandor bin.Barzanî jî dixwest ku em jî di navde Kurdan hemiyê bi xwe ve girê bide. Lê PYD kesên bi tehlukene welê li gora herkesekî hereket nakin.

Ji bo vê yekê Barzanî bi zorê xwest ku Encumena Niştimaniya Kurd li herêmê xwedî  bandor be. Lê mixabin nekarî serbikeve. Heta serokên hinek partiyên kurd nekarîn li gundên xwe jî bimînin. Hinge Barzanî pêwendî li gel Salih Muslim danî û xwest ew tevlî civîna li Hewlêr bibe. Heta hingê bi sedan konferans û civîn li Hewlêr çêbûn, lê kesekî bangî me nekir. Lê dema dîtin ku em herêma xwe kontrol dikin Barzanî mecbûr bû bangî me kir.”

 

Back to top button