Polîtîk

Barzanî dewleta serbixwe mafê rewa ya Kurdane

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Ajansa France Press AFP re hevpeyvînek kir û dîsa da zanîn ku dewleta serbixwe mafê rewa ya Kurde û di derbarê rûdawa li Hewlêrê jî diyar kir ku ew dikarin li her derî li terorîstan bidin û got: “Em qet nahêlin Kurdistan bibe bingeha terorîstan.”

Mesûd Barzanî eşkere kir ku êrişa Hewlêrê ne yekemîn care diqewimin û beşek ji çend çalakiyên din ku hinek caran beriya bûyerê û hinek caran jî di dema cîhbicîhkirinê de hatine pûçkirin. 

Serokê Kurdistanê bersiva pirsa ku eger were zanîn ku destên terorîstên Sûriyê di teqînên Hewlêrê de hebûye helwesta we dê çi be wiha got: “Bêyî ku em dudil bin emê li her derî derbê li tawanbaran bidin.”

Her wiha Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê da zanîn ku ew parastina Kurdan ji bo wan erkê bingehîne.

çavkanî: http://www.france24.com/en/20131013-kurd-state-will-not-be-achieved-violence-barzani
Back to top button