Polîtîk

Barzanî daxwaza diyaloga navbera desthilat û opozisyonê kir

Serokê Kurdistanê di peyamekeê de daxxazê ji aliyên desthilatdar û aliyên opozisyon dike ku li ser diyaloga di navbera xwe de berdewam bin. Serok Barzanî daxaz jê her du aliyan dike ku berjewendiyên bala yên gelê kurd li ber çavan bigirin û ji bo dawîanîna bi rewşa îroya Kurdisdtanê bigihin rekeftinekê. Serokê Kurdistanê di peyama xwe de diyar dike ku divê diyalog li ser esasê beşdarîkirina opozisyonê di pêvajoya reforman de, hikûmeta binghe berfireh û hilbijartinên pêşwext de be.

Ev li jêr teksta peyama Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê:

Piştî nirxandina ragihandina civîna bilinda hevbeşa  roja 05.04.2011ê ya her sê aliyên opozisyon (Tevgera Goran, Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê û Ko mela Îslamiya Kurdistanê) û her wiha nirxandina ragihandina civîna hevbeşa roja 07.04 ê ya her du polîtbûoyên; Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê, ji bona liberçavgirtina berjewendiya bilinda gelê Kurdistanê, ez daxwazê ji her du aliyan dikim ku, ji bo lihevkirin û gihiştina rêkkeftinekê û bi dawîanîna vê rewşa îro, li ser bingeha beşdarbûna opozisyonê di pêvajoya çaksazîyê,  hikûmeteke bingeha wê berfireh û amadekariya hilbijartina pêşwext bikin, li ser guftûgo û diyaloga di navbera xwe de berdewam bibin.

Ez  tekez jî dikim ku her pêngavek di vî warî de bê avêtin pêwîste li çarçoveya yasa û şeriyetê da be.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10.04.2011

Back to top button