Polîtîk
Barzanî beşdarî Konferansa Asayîşa Cîhanî ya li Munîxê dike
Îro pênçşem 05.02.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî Herêma Kurdistanê bi mebesta beşdarîkirina li Konferansa Asayîşa Cîhanî ya li bajarê Munîxê li rêya Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê berev welatê Elmanya birêket.
Hêjayî gotinê ye Serokê Herêma Kurdistanê bi awayeke fermî ji bo vê konferansê hatiye vexwendin. Li vê konferansê da ku çend rojek didome, hejmarekî zêdeyê Serokê welatan û Serok Wezîr û pîsporên navdewletî beşdar dibin. Biryar wiha ye Serok Barzanî li konferansê da gotarek pêşkêş bike û hejmarek hevdîtin û çavpêkeftin û civînan li gel berpirsên welatên beşdarbuyê konferansê encam bide.