Barzanî: 4 salên pêşiya Kurdistanê 4 salên aramî û geşbûnê dibê
Îro şemî 11.01.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî li gel Konsolê Giştî û Konsol û Nûner û Berpirsên Nivîsîngehên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê re civiya.
Li vê kombûnê de ku wekî nerîtekî salane birêve diçê û armanca wê şîrovekirina siyaseta Herêma Kurdistanê û agahdarkirina Konsol û Nûnerên welatan li pêşhatên dawî ya siyasî û aborî û civakiyên Herêma Kurdistan û Iraqa Federale, di destpêkê de Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kurtî di derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê yên li gel welatên derve û her wiha hejmar û asta nûnerayetiya dîplomasiya welatan li Herêma Kurdistanê behs kir û balkişand li ser wê yekê ku dergehên Herêma Kurdistanê li rûyê berfirehkirina peywendiyan li gel cîhana derve û welatên cîran kirin û da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye hemû cûre hêsankariyek ji bo geşkirin û bi hêztirkirina peywendiya li gel welatan bixerû. Her wiha spasiya wan welatan jî kir ku li ser babeta bi jenosayd nasandina êş û janên gelê Kurd kar kirine û hengavên baş avêtine.
Paşê Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina germ ya li Konsol, Dîplomat û Nûnerên welatan pîrozbahiya sala nû li amadebûyan kir û hêvî xwest ku sala nû bibê cihê belavbûna aştî û dûrketina ji şer û kavilkariya li seranserê cîhanê da. Li vê kombûnê de Serok Barzanî amadebûyan ji hewlên dawî ya pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê agahdar kir û balkişand li ser wê yekê ku Hikûmeta nû hikûmetekî bingeha wê berfireh dibe û bi beşdariya hemû aliyên siyasiyan dibe û armanca berev pêşbirina aramî û xizmetguzariyê ji bo welatiyan û geşbûnê dibe. Her di derbarê vê babetê de Serok Barzanî wê yekê ji bo amadebûyan zelal kir ku hilbijartina eylûla derbasbûyî ya Herêma Kurdistanê li dema xwe ya diyarkirî de hate encamdan û nedihat çaverê kirin ku pêkanîna hikûmetê evqas paş bikeve lê belê derfet bi hemû aliyek hatiye dayîn ku axaftina xwe bikin û bi beşdariya hemû aliyek li vê hikûmetê de yek alî bûye û çar salên li pêş çar salên aramî û geşbûnê dibê.
Di derbarê pêvajoya siyasî û emnî ya Iraqê jî Serok Barzanî got: “Em nîgeranîn ji rewşa siyasî û emniya Iraqê bi taybet li parêzgeha Enbar. Ew pêvajo li encama ku lekebûna kêşeyan hatiye holê û pêwîste hikûmeta Iraqê muameleyekî jîranetir li gel giriftan kiriba”. Her di derbarê pêvajoya parêzgeha Enbar Serok Barzanî ragihand ku pêvajoyekî metirsîdar li vê navçeyê de hatiye pêş û dibe ku ji bo parêzgehên dinê Iraqê bê veguhestin û çareserkirina kêşeyan li rêya hêza serbazî renge giriftan kûrtir bike. Serok Barzanî eve jî ji bo amadebûyan zelal kir ku pêwîste hikûmeta navendî girîngiyê bi daxwaziyên xelkê bide û rêz lê bigre û bi hemû awayekî jî rê li wê yekê bigre ku şerê dijî terorîstan bibê şerê eşîrî û şerê navbera Şî’e û Sûnne.
Kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda mijareke dinê axaftina Serok Barzanî bûn û Serok Barzanî li vî derbarî de ragihand ku Herêm pêşwaziyê li wê yekê dike kêşeya neft û gaz û maddeya 140 û Pêşmerge û giriftên din bêne çareser kirin û şandên Hewlêr û Bexda berdewam serdana hevdû bikin û danustandin berdewam bibê. Serok Barzanî di derbarê peywendiyên Herêm û Bexda got: “Em hez dikin yarmetiya pêvajoya siyasî bidîn û kar li ser nehiştina kêşeyên Iraqê bikîn lê belê pêwîste li Iraqê de çemka şeraketiya rasteqîne bi cîh bibe û hemû xelkê Iraqê hest bikin ku şerîkin li welat de”. Serok Barzanî hêvî jî xwest ku hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê li dema xwe ya diyarkirî de bê encamdan.
Di derbarê rewşa Sûriye û paşaroja vî welatî Serok Barzanî hêviya wê yekê xwest ku bi zûtirîn dem dawî bi xwînrêhtin û êş û janên gelên Sûriye bê û li paşaroja Sûriyê de mafê hemû pêkhatan li ber çav bê girtin. Serok Barzanî bi kurtî di derbarê Rojavayê Kurdistanê ji bo amadebûyan behs kir û ragihand ku Kurd bi yek şandî beşdarî konferansa Genev 2 dibê. Daxwaz jî ji welatan kir ku li yarmetîdana koçberên Sûriyê de hevkariya Herêma Kurdistanê bikin ji ber ku bi sedema hatina hejmareke zêdeyê penaberan û her wiha malbatên Ereb ji Başûr û navenda Iraqê û Mesîhiyan û koçberên Enbar niha zexteke zêde li ser Herêma Kurdistane bo hewandina vê hejmara zêdeya penaberan. Li dawiya axaftina xwe de Serok Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê kêşe li gel tu welatek de tûne û destê xwe tevlî karubarê kesekî nade û nebûye çavkaniya êrîş û tehîdan ji bo tu welatekî belku fakterê geşbûn û pêşxistina herêmê ye û dergehên xwe li ruyê cîranan û hemû cîhanê de vekiriye.
Li beşa dawî ya civîna îro ya Serok Barzanî û nûnerên welatan li Herêma Kurdistanê nûnerên welatên biyanî spasiya mîhvandariya Serok Barzanî kirin û ji bo çareserkirina kêşeyên Iraqê destxweşiyê jî li hewlên Serok Barzanî kirin û her wiha yarmetîdan û hewandina koçber û penaberan de. Nûner û konsolên welatan amadehiya welatên xwe ji bo parastin û yarmetîdana wê aramî û pêşketina li Herêma Kurdistanê pêkhatiye nîşandan.