Polîtîk

Barzanî 250 hezar Kurdên Rojavayî hatine Kurdistanê

Îro în 24.01.2014 li Korbenda Aboriya Cîhanî panêlek bi beşdariya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Ahmet Davudoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye, Mihemmed Cewad Zerîf Wezîrê Derveyê Îran, Nasir Cewde Wezîrê Derveyê Urdin û Rîçard Has yek ji nivîskar û şîrovekarê navdarê Amerîka û Xesan Selame Serokê Kolêja Parîs ya karubarê navdewletî li bajarê Davosa Swîsre li ser dîplomasiyeta bi lez û guhertinên Rojhilata Navîn û rola nifşa nû birêveçû.

Li panelê da Serok Barzanî balkişand li ser pêvajoya Sûriye û bi “qeyrana mirovî” wesif kir û got “Ewê ku li Sûriye rû dide qeyrana miroviye, Kurd li Sûriyê de ji mafê hemwelatîbûnê bêbeş bû û niha jî beşeke ji qurbaniyên wê qeyranê û rewş bi tevahî aloz bûye”. Her wiha balkişand li ser koçberiya Kurdên Rojava û got “250 hezar Kurdên Rojava hatine Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê balkişand li ser metirsiya şerê navxweya Sûriye ya li ser welatên cîranan kir û ragihand ku heman ew grûpa tûndrewên li Sûriye dicengin Rojavayê Iraqê jî kontrol kirine. Her wiha got: “Sûriye bûye navçeyek ku zêdetirê aliyan dikarin dest tê werbidin”.

Serok Barzanî raya xwe ya li ser çawayiya çareserkirina qeyrana Sûriye derbirî û got: “Li gel çareseriya siyasî dame û çareseriya serbazî red dikim”. 

Serok Barzanî piştgîriya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo aliyê siyasiyên Rojavayê Kurdistanê ragihand û got: “Em piştgîriyê li her biryarek dikin ku eger komdengiya hemû aliyan li ser hebê”.

Di derbarê Rojhilata Navîn de jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku li sedsala bîstem de pêkhatên wê navçeyê li jêr înkarî û bêbeşbûnê da bûn û yek ji wan jî gelê Kurd bû û got: “Pêwîste hemû aliyek bi hesabê xwe de biçin û pişt bi kultûra lêborînî û pêkvejiyan û qebûlkirina li beranber bibestin” û hêvî jî xwest ku Rojhilata Navîn li ser bingeha hevdû têgihiştin û hevkariya bi destê runiştvanan wê ve bê binyatnan.

Back to top button