Cîhan

Barrack: Em ji bo çareseriyê di nava pêwendiyande ne.!

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriye Tom Barrack derbarê alozî û şerê di navbera Durziyan û hêzên hikûmetê û Erebên Bedewî yê li parêzgeha Siwêdayê daxuyaniyek da.

Tom Barrack got ku ew ji bo çareseriyeke aştiyane û berfireh, li gel hemû aliyan di pêwendiyêdene.

Barrack derbarê zêdebûna tundiya li bajarê Siwêdayê yê başûrê Sûriyeyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Barrack dilgiraniya xwe ya li hemberî bûyerên li Siwêdayê anî ziman û got, “Pevçûnên dawî yên li Siwêdayê ji bo hemû aliyan cihê dilgiraniyê ne.”

Wî teqez kir ku armanca Amerîkayê ew e ku bigihîje çareseriyeke aştiyane û berfireh ku berjewendiyên hemû aliyan li ber çavan bigire û berdewam kir:

“Agahiyên şaş, kêmasiyên di pêwendiyan de û nebûna baweriyê astengiyên herî mezin in li ber çareseriyeke mayînde.”

Li parêzgeha Siwêdayê ya ku piraniya şêniyên wê Durzî ne di rojên borî de di navbera komên çekdar ên Durzî û eşîrên Ereb ên Bedewî de pevçûnên dijwar derketin.

Hikûmeta Sûriyeyê ji bo kontrolkirina rewşê hêzên artêşê şandin herêmê.

Back to top button