Li ser bombebarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir û got “Em vê sûcê bi tundî şermezar dikin. Ew sûc e û ji aliyê tu hêz û aliyek ve di bin her behaneyê de nayê qebûlkirin.
Roja 20ê Tîrmeha 2022an hêzên Tirkiyê seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê bombebaran kir û di encamê de 8 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.
Baregaha Barzanî di daxuyaniyê de wiha dibêje, “Mixabin ji ber topbarana hêzên Tirkiyê ya li ser devera geştyariyê ya Perex a Zaxoyê hejmarek welatiyên bêguneh şehîd bûne û hinek jî birîndar bûne. Em bi tundî vê sûcê şermezar dikin, ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.
Baregaha Barzanî anî ziman, “Em radigihînin ku şehîdkirin û birîndarkirina sivîlên bêguneh ji aliyê her hêz û aliyek di bin her hincetê de de sûc e û nayê qebûlkirin. Divê sînorek were danîn da ku carek din bûyerên bi vî rengî neqewimin û welatiyên me nebin qurbaniyên nakokî û şerê navbera hêz û aliyan. Dem hatiye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ji bo dîtina çareseriyeke cidî û bingehîn ji sedemên van tawan û karesatan re bi hev re hemahengiyê bikin.”