Cîhan

Bankerê Lubnanî hat kujtin

Hat ragihandin ku Mihemed Sururê Lubnanî, yê ku di navbera Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê û Hamasê de danûstendina pareyan hêsan kiribû, hatiye kujtin.

Rayedarekî ewlekariya Lubnanê diyar kir ku cenazeyê Surur roja Sêşemê li bajarokê Beyt Merî yê girêdayî paytaxta Beyrûtê hatiye dîtin.

Amerîkayê di sala 2019an de Surur bi hinceta ku “her sal bi deh milyonan dolar ji Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê û Lîwayên Îzedîn Qasam ji bo Hamasê veguheztiye” xistibû lîsteya cezayan.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê îdia kir ku Surur ji sala 2014an û vir ve van pareyan bi rêya Hîzbullahê dide.

Her wiha hat îdiakirin ku Surur di bankaya bi navê Beytul Mal a girêdayî Hîzbullahê de dixebitî. Bank di sala 2006an de ji aliyê DYA yê ve di lîsteya mueyîdeyan de cîh girt.

 
Back to top button