Banga Serokê PWK Özçelik
Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Özçelik di derbarê bûyerên bajarê Wanê de bangek kir.
Ozçelîk di banga xwe de got:
“Divê li dijî neheqiya ku li Abdullah Zeydan û gelê Wanê hatiye kirin bê derketin, lê divê em xwe tundiyê jî dûr bixin. Rakirina şaredariya birêz Abdullah Zeydan, ku wek namzedê Partiya DEMê hat hilbijartin û destûr hat dayîn ku beşdarî hilbijartinan bibe, biryar û pêkanînek neqanûnî, keyfî, dijdemokratîk e û îradeya gel binpê dike. Li dijî îradeya gelê Wanê ev yek nayê qebûlkirin, em protesto dikin.
Ez bang li gelê me, hemû rêveber û endamên Partiya DEMê dikim ku li dijî neheqiya ku li Abdullah Zeydan û gelê Wanê tê kirin û li dijî vê dijminatiyê, bi nêzîkatiyek dûrî tundiyê bertekên xwe yên rewa, sivîl û demokratîk geş bikin.
Ez bang li hemû gelê me dikim ku li hember provokasyonên hinek derdorên tarî yên ku dixwazin bertekên gelê me ji qadên rewa dûr bixin, hişyar bin.
Ez bang li hemû hêzên ewlekarî yên dewletê dikim ku li hember gel tundiyê bi kar neynin û rêzê li bertekên demokratîk ên gel bigirin. Divê demildest dev ji vê biryara ku ne rewa, antîdemokratîk e û guh nade vîna gelê Wanê bê berdan û belgeya hilbijartinê ji birêz Abdullah Zeydan re bê dayîn”.
Mustafa Özçelik
Serokê Partiya Niştimaniya Kurdistanê (PWK)