Cîhan

Balyozxaneya Amerîkayê êrîşa ser baregeha PDK-S şermezar kir

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) doh ragihandibû ku grûpek çekdar ofîsên PDKS û Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê (PYDK) li Qamişlo şewitandine.

Herweha li bajarokê Tirbespiyê jî grûpek çekdar Alaya Kurdistanê ya li ser banê nivîsgeha PDKS şewitandibû.

Balyozxaneya Amerîka ya li Sûriyê di derbarê êrîşa ser baregehên PDK-S de daxuyaniyek belav kir.

Balyozxaneyê xwest ku di navbera aliyên siyasî de diyalog dest pê bike û kesên ku êriş kirine bên cezakirin.

Balyozxaneya Amerîka ya li Sûriyê da zanîn ku ew şewitandina ofîsên Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê ya li Qamişlo şermezar dikin û pêwîst e êrişên li ser ofîs û partiyên siyasî bên rawestandin.

Balyozxaneya Amerîkayê herweha xwest ku tawanbar bên cezakirin û pêwîst e hemû alî bi hev re danûstandinê bikin.

Back to top button